Nexweşxane dibêje “nikare” ATK dibêje “dikare di girtîgehê de bimîne” 2021-12-18 16:20:20   ENQERE - Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ragihand ku girtiyê nexweşê giran ê penceşêrê Yûsûf Ozmen ku rapora wî ya ji sedî 81 heye, tevî ku ji 5 nexweşxaneyan rapora 'nikare di girtîgehê de bimîne' heye jî, ji ber rapora ATK’ê ya “dikare di girtîgehê de bimîne” nayê berdan.   Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di çalakiya xwe ya 380’emîn de ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li pêş Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniya ku pankarta “Dermankirin maf e nikare were astengkirin girtiyên nexweş berdin” hat vekirin de Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Sevîl Tûrgût, rewşa girtiyê nexweş Yûsûf Ozmen ê li Girtîgeha Tîpa H a Erzeromê tê ragirtin, ragihand.    Tûrgût, bi bîr xist ku di nava hefteyekê de girtiyên nexweş ên giran Abdulrezzak Sûyûr ê 56 salî li Girtîgeha Şakranê, Halîl Guneş jî li Girtîgeha Amedê jiyana xwe ji dest dan.    ‘NEXWEŞÊ PENCEŞÊRÊ’   Tûrgût, diyar kir ku tevî Ozmen nexweşê penceşêrê bû jî di 16’ê Sibata 2018’an de hat girtin û wiha got: “Di Adara 2017’an de hatiye hînbûn ku Ozmen bi pênceşêra testîsê ketiye û bi emelîyatê testîsa wî ya çepê hatiye wergirtin. Pişt re di Hezîrana 2017’an de dest bi tedawiya kemoterapiye kiriye û ev tedawî heta Îlona 2017’an berdewam kiriye.”   ‘MAYÎNA WÎ YA DI GIRTÎGEHÊ DE XETEREYE’   Tûrgût, dazanîn ku Ozmen tevî rapora nexweşxaneyê ya “Mayîna wî ya di girtîgehê de xetere ye” jî nayê berdan û wiha berdewam kir: “Ligel ku Yûsûf Ozmen diyar kiriye ku tedawiyê dibîne, îhtîmala wî ya revînê nîne jî hatiye girtin û şandine Girtîgeha Îdirê. Piştî li vir 5 rojan dimîne sewqî Girtîgeha Tîpa L a Panosê hatiye kirin. Dema li vir bûye her tim ji bo nexweşxaneyê dibirin Erzurumê. Nexweşxaneye Dewletê ya Panosê ji sedî 81 rapora astengdariyê dane wî. Ji ber li Panosê servîs û bijîjkê Onkolojiyê nebûne şandine Girtîgeha Tîpa H a Erziromê. Dema li Erziromê jî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê rapora ‘mayîna wî ya di girtîgehê de xetere ye’ daye wî.”   RAPORA NIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE   Tûrgût, dazanîn ku Ozmen tevî ku ji 5 nexweşxaneyan rapora 'nikare di girtîgehê de bimîne' heye jî, ji ber rapora ATK’ê ya “dikare di girtîgehê de bimîne” nayê berdan û wiha pê de çû: “Ozmen li Girtîgehên Îdir, Panos, Erzirom, Enqere û Stenbolê de bi halê xwe yê nexweş ve hatiye ragirtin. Tevî raporên nexweşxaneyan rapora ATK’ê hatiye berçav girtin. Di 13’ê Îlona 2019’an de dema girtî bû, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hat berdan, lê di nava vê demê de kanser gihîşt qonaxa 4’emîn û li pişikê metastaz kir. Piştî ku hat berdan rewşa wî hinek din ber bi başiyê ve çû. Lê ji ber di Tîrmeha 2020’an de cezayê wî hat erêkirin, ketiye nav stresê. 5’ê Adarê dîsa hatiye girtin û şandine girtîgehê. Piştî hat girtin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Erziromê careke din rapora ‘Mayîna wî ya di girtîgehê de xetere ye’ dide lê ATK cara duyemîn rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dide.”     ‘MAFÊ WÎ YÊ JIYANÊ TÊ BINPÊKIRIN’   Tûrgût diyar kir ku rapora ATK'ê ya 'dikare li girtîgehê bimîne' ya tevî gelek nexweşiyên Ozmen, binpêkirina mafê wî yê jiyanê ye û xwest ku Ozmen ji bo were dermankirin demildest bê berdan.