PDK'ê Deriyê Sînor ê El Welîd jî girt 2021-12-19 16:04:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên PDK'ê vê sibehê Deriyê Sînor ê El Welîd ê di navbera Herêma Kurdistanê û Dêrikê de jî girtin.  Rêveberiya Deriyê Sînor ê Sêmalka, ragihand ku hêzên PDK'ê Deriyê Sînor ê El Welîd ê di navbera Herêma Kurdistanê û Dêrikê de jî girtine. Ev deriyê sînor di navbera rojava û başûrê Kurdistanê de ji bo bazirganiyê tê bikaranîn.   Hêzên PDK'ê beriya nha Deriyê Sînor ê Sêmalka û Pêşxabûrê jî girtibûn.