Bêyî ku li benda parêzeran bisekinin otopsiya Erkmen kirin 2021-12-20 09:52:19   STENBOL - Bêyî ku li benda malbat û parêzerên Vedat Çem Erkmen ê bi awayekî biguman li Girtîgeha Tekîrdagê jiyana xwe ji dest da bisekinin, kirariyên otopsiyê hatin kirin. Ji bo cenazeyê Erkmen wesayît jî nehat dayîn.    Vedat Çem Erkmen ê cezayê muebbeta girankirî lê hatibû birîn û li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yemîn a Tekîrdagê dima duh li hucreya lê dima bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Îdareya girtîgehê ku duh saet dora 21.00’an li malbatê geriya, îdia kir ku Erkmen li hucreya ku lê dima întîhar kiriye.    BÊYÎ MALBAT WERE OTOPSÎ HATIYE KIRIN   Malbata Erkmen, parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) çûn Girtîgeha Tekîrdagê. Lê hat hînbûn ku kirariyên otopsiyê yên Erkmen bêyî ku malbat û parêzerên wî werin hatine kirin.   JI KÊ ÇI VEDIŞÊRIN   Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD’ê ya Stenbolê parêzer Gurkan Îsteklî li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyam parve kir: “Ji kê çi vedişêrin! Bi saetan din ava girtîgeh, edliye û nexweşxaneyê de em hatin û çûn. Girtîgehê daxwazên me red kirin. Piştî bi saetan me karî xwe bigihînin dozgeriyê û niha jî me cenaze teşhis kir û wergirt. Muwekîlê me Vedat Erkmen ê çend roj berê bi hêceta ‘ewlehiya canê wî nîne’ ji odeya xwe hat wergirtin û li odeyekê bi tenê hat bicihkirin, bi awayekî zelal hatiye qetilkirin. Vedat ê ji bo parastina ‘ewlehiya can’ ji odeya xwe hatiye girtin, çima ‘întîhar bike’?”    DAXWAZA SERLÊDANA SÛC   Îsteklî, dazanîn ku Erkmen di axaftina telefonê ya di 17’ê Kanûnê roja Înê de bi birayê xwe re gotiye ku di 23’yê Çileyê roja Pêncşemê hevdîtina vekirî heye û xwestiye derbarê rêveberiya girtîgehê de serlêdana sûc bikin.    LI SER BERTEKAN DARBEST DAN   Îsteklî, bi lêv kir ku li aliyê din darbest û wesayîta cenaze ya ji bo Erkmen hatiye xwestin nehatiye dayîn û anî ziman ku piştî bertekên malbatê yên ji bo pêçandina cenaze betanî xwestin darbest hat dayîn.    CENAZEYÊ WÎ ANÎN KUÇUKÇEKMECEYÊ   Piştî ku wesayîta cenaze nehat dayîn, malbatê cenazeyê Erkmen bi wesayîta ku bi derfetên xwe girtin anîn Midurtiya Goristanê ya Kuçukçekmeceyê. Piştî pêkanîna vecibeyên olî yên Erkmen, wê cenaze bibin Komeleya Dagpinar a Dîgorê ya li navçeya Esenyûrtê. Wê pişt re cenaze bişînin welatê wî Qersê.