Polîsan cenazeyê Erkmen revandin 2021-12-20 10:09:36 STENBOL - Cenazeyê Vedat Çem Erkmen ê li girtîgehê bi awayek guman jiyana xwe ji dest da, nadin malbatê û ji aliyê polîsan ve hat revandin.    Cenazeyê girtî Vedat Çem Erkmen ê duh êvarê li Girtîgeha Tekîrdagê Jimara 2’yan a Tîpa F’yê bi awayek guman jiyana xwe ji dest da, serê sibehê anîn Miduriyeta Goristanan a Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê. Malbatê xwest cenazeyê lawê xwe ji bo wecîbeyên olî bibe Komeleya Bazarcixa Dîgorê ya li navçeya Esenyûrtê. Lê polîsan ji malbatê re bû asteng û got, “Bisekinin. Çima hûn cenaze dibin Esenyûrtê. Hûnê li wir aloziyan derxin. Hûn nikarin bibin komeleyê.”    Malbatê jî bertek nîşanî astengiya polîsan da û got: “Ji ber em kurd in, cenazeyên me nadin me.”    Malbat û nûnerên partiyên sivîl û rêxistinên sivîl ji bo cenaze werbigirin li Miduriyeta Goristanan disekinin.    FERMANA CENAZE DAN POLÎSAN   Polîsan ji malbata ku bertek nîşanî wan dan re got ferman girtine ku wê cenaze nikare bibin Esenyûrtê. Cenazeyê ku di wesayîtê de tê sekinandin, li hangarê tê rawestandin.    CENAZE HAT REVANDIN   Li benda mayîna malbatê didome û cenazeyê Erkmen ji aliyê polîsan ve hat revandin.