Rêveberê TTB'ê Bayram: Dozên kiryarên nediyar û parastina mafê mirovan deynê stûyê me ye 2021-12-20 11:20:30 ŞIRNEX - Endamê Rêveberiya TTB’ê Alî Bayram diyar kir ku her roja ku diçe karneye mafê mirovan li Tirkiyê ber bi nebaşiyê ve diçe û got: “Me ji bo Tirkiyê check up kir. Îqtidar rê li ber hemû bêhiqûqiya vedike.”  Yekîtiya Baroyên Tirkiyê (TBB) di 5’ê kanûnê de Kongreya Giştî ya Asayî ya 36’emîn li dar xist û Erînç Sagkan ji bo serokatiyê hat bijartin. Parêzer Alî Bayram ê delegeye Baroya Şirnexê ji lîsteya Sagkan ket hilbijartinê û wek endamê Desteya Rêveberiya  TTB’ê hat bijartin.    Bayram derbarê hiqûq, edalet û azadiyan de ji ajansa me re axivî.    Bayram destnîşan kir ku li Tirkiyê bi giştî atmosferek nebaş heye û got: “Di warê maf, hiqûq û azadiyan de gelek nîqaş tên kirin. Ev atmosfera nebaş ji nêz ve tevahiya civakê eleqedar dike. Yekîtiyek û tifaqek hat avakirin. Ji ber vê ruhî jî yekîtiya baroyan serkeftinek bi dest xist. Di her warî de şert bû ku êdî rêveberiya yekîtiya baroyan biguhere. Ev guhertin û vê yekîtiyê li Tirkiyê û bajarên bakurê Kurdistanê rê li ber gavên erênî vekir.”    ‘BARÊ ME GIRAN E’   Bayram anî ziman ku ev rêveberiya nû tenê wê ne bi baroyên wê bijartiye re wê bi tevahiya baroyan re yekîtiyekê çêke û got: “Li Tirkiyê kêşeya hiqûq, demokrasî û aştiyê heye. Em armanc dikin ku li vî welatî bibin deng û rengê kesên dengê wan hatiye tepisandin û yên nikarin pirsgirêkên xwe bînin ziman. Em jî dizanin û di wê ferqê de ne ku barê me gelek giran e. Lê em ê hewl bidin ji heqê van kêşeyan derkevin.”    Bayram da zanîn ku her kes ji polîtîkayên heyî yên li Tirkiyê nerazî ye û ev jî rastiya Tirkiyê dide nîşandan û lê belê hiqûq her kesî eleqedar dike. Bayram got li Tirkiyê maf û hiqûqa gelek kesan tê binpêkirin û ew ê destûr nedin vê yekê û divê daxwaza her kesî ya maf û hiqûq were pejirandinê.    ‘EM Ê JI BO ÇARESERIYÊ GAVAN BIAVÊJIN’    Bayram anî ziman ku ji ber ku rêveberiya berê bi îqtidarê re tevdigeriya gelek dihat rexnekirin û got: “Di hilbijartinê de jî mijara me ya sereke kêmasiyên rêveberiya berê bûn. Me li ser van pirsgirêkan û kêmasiyan tespîtên xwe kirin. Em dixwazin bi awayek saxlem çareseriyê ji van kêşeyan re bibînin û bibin bersiv û wezîfeya xwe bi awayek herî baş bibin serî. Serokê me yê nû vekirî û pêşbîniyên wî hene. Her tiştê li Tirkiyê diqewime dibîne. Di ferqa wan pirsgirêkan de ye ku kîjan girîng e û divê bi lezgînî were çareserkirin. Me ji bo Tirkiyê check up pêk anî. Em ê ji bo pirsgirêkên germ yên li Tirkiyê û Kurdistanê komîsyonan ava bikin. Wê komîsyonên me aktîf bin û bi lez mudaxile bixin. Wek nimûne li girtîgehan, kuçeyan, dadgehan li ku dibe bila bibe, li ku mafê mirovan were binpêkirin, em ê li wir bi lez mudaxile bikin. Em dixwazin bi rismek erênî û xweşik derkevin pêşberî gelên Tirkiyê.”    ‘ZELALKIRINA DOSYEYÊN KIRYAR NEDIYAR DEYNÊ STÛYÊ ME YE’    Bayram bal kişand ser dosyeyên faîlên wan nediyar û got: “Ji bo ku em wan dosyeyên faîlên nediyar derxin zelaliyê, deynê stûyê me ye. Di nava TTB’ê de gelek deng û regnên cuda hene. Em ê van deng û daxwazên cuda bikin yek û li ser daxwazên maf, edalet, hiqûq û azadiyan tifaqekê ava bikin. Polîtîkaya necezakirinê bûye rastiya Tirkiyê. Binêrin hêj dosyeyên kiryar nediyar ên salên 90’î nehatihne eşkerekirin. Baroyan jî para xwe ji vê wergirt. Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bi awayek tarî hat kuştin. Hêj faîlên Tahîr Elçî nehatine tespîtkirin. Li ser vê dosyeyê perdeyên tarî hene. Wê tevahiya jiyana di ber dosyeyên kiryar nediyar de da lê ew bi xwe jî bi bûyerek wiha hat kuştin. Zelalkirina dosyeya Tahîr Elçî jî deynê stûyê me ye. Li herêma me gelek binpêkirinên mafan ên dij mirovane ji valakirina gundan bigire heta kuştinên bi komî pêk hatin. Em ê tu baroyê tenê nehêlin û tu welatiyî bêparastin nehêlin. Em ê xwedî li hemû dozên ku bûne hiş û bîra Tirkiyê, wek Doza Malbata Dedeogullari, Doza Tahîr Elçî û dozên din derkevin.”    ‘DIVÊ MAF Û AZADÎ PÊK WERE’    Bayram destnîşan kir ku divê Tirkiye ji rastiyên xwe nereve û wiha domand: “Lazim e heqîqetê û rastiyê bisepîne, heke ji wan faîlan hesab were xwestin, wê demokrasî pêk were. Wê çaxê dê civaka li Tirkiyê li hev were û aştî bikeve nava wan. Heke li Tirkiyê hin kes xwediyê îmtiyazê bin an jî îqtidar van kesan biparêze wê demê ne mimkin e li Tirkiyê hiqûq pêk were. Wê çaxê dê hemû maf û azadiyên gelê Tirkiyê di bin tehdîdê de be.”    ‘DOZA ROBOSKÎ RASTIYA ME YE’    Bayram bal kişand ser Doza Komkujiya Roboskî jî û wiha got: “Berê ji bo Doza Roboskî pêvajoyek dihat birêvebirin lê belê ji ber kêmasiya hin ewraqan bi bariyeran re rûbirû ma. Pişt re dosye birin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME). Pişt re DMME’yê jî bi hêceta ku rêyên hiqûqa navxweyî hemû nehatine şixûlandin, dosyeyê red kir û paş de şand. Ji wê rojê ve heta niha tu pêşketine çênebûye. Divê ser vê dosyeya girîng neyê girtin. Çimkî sûcê mirovahiyê hat kirin. Çi dibe bila bibe kengê dibe bila bibe lazim e ev dosye were lêpirsînkirin û faîl derkevin holê. Pêwîste ev dosye ji nû ve were vekirin. Ji bo vê jî îradeyek lazim e. Pêwîstî bi îradeyek ku vê rewşa dij mirovî eşkere bike heye. Pêwîste parêzvanên mafê mirovan, baro û hikumet bibe li ser dosyeyê bibe yek û dosyeyê derxe zelaliyê.”    ‘KARNEYÊ MAFÊ MIROVAN Ê TIRKIYÊ XERAB E’    Bayram bal kişand ser rewşa mafê mirovan a li Tirkiyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ne pêkan e ku meriv qala atmosfera hiqûqî ya li Tirkiyeyê bike. Mirovên li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin û derketina wan jî tê astengkirin. Mafên mirovan di bin lingan de tê binpêkirin. Berê weke Baroya Şirnexê me raporek derbarê binpêkirinên mafan ên di encama lêpirsînên girtîgehê de weşandibû. Lê ti encamek erênî derneket. Lêpirsîn didomin, lê ev lêkolîn di dema xwe de bi dawî nayên. Tenê vê hefteyê 3 kes mirin. Tevî ku nexweşxane û Saziyên Tiba Edlî (ATK) radigihîne ku nikarin di girtîgehê de bimînin jî nayên berdan. Ev li Tirkiyeyê pirsgirêkeke kronîk e. Li tevahiya Tirkiyeyê atmosfereke nebaş heye.   Parêzvanên mafên mirovan û baro dixwazin haya raya giştî li ser tiştên ku diqewimin hestiyariyek ava bike, lê ji hêla hikûmetê ve têne paşguhkirin. Divê hikûmet gavek beriya gavekê ji xeletiyên xwe paşde gav bavêje û rastiyê bibîne. Rewşa mafên mirovan li Tirkiyeyê roj bi roj xerabtir dibe. DMME her sal derbarê Tirkiyê de bi sedan biryarên binpêkirinê dide û dibêje Tirkiye mafê mirovan binpê dike. Ji ber vê sedemê Tirkiye di civaka navneteweyî de bi xerabî tê bibîranîn. Em dixwazin Tirkiye bi xwe re rûbirû bimîne û pirsgirêkên li welêt çareser bike. Ger dadgehên li Tirkiyê bi awayekî vekirî û şefaf rûbirûyê wan bibin, ev pirsgirêk dernakevin holê û li Tirkiyê ti pirsgirêk dernakeve.”    MA / Omer Akin