Daxwaza vedana kon a Malbata Şenyaşar hat redkirin 2021-12-20 12:56:25   RIHA - Malbata Şenyaşar ji ber şiliyê û sermaye li ber Edliyeya Rihayê kon vede, lê walîtiyê red kir.    Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 287’emîn de berdewam dike. Ferît Şenyaşar hat ber edliyê nobed girt û dayika wî Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nehat ber edliyê û li mala xwe ya li Pirsûsê nobedê digire.    Ferît Şenyaşar ê nobedê berdewam dike di 7’ê kanûnê de ji bo ku xwe ji hewa sar û şiliyê biparêzin daxwaza vedana kon li ber edliyeyê kiriye û serî li Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê (CÎMER) daye.    Walîtiyê bersiva serlêdanê daye û daxwaza malbatê red kiriye.    BIRYAR NÎŞANÎ BIRYARA REDÊ DA    Ferît Şenyaşar bertek nîşanî biryara redkirina vedana kon da û da zanîn ku sar e, şilî ye û ji bo ew xwe mihafeze bikin dixwazin kon vedin. Şenyaşar got jixwe dayika wî nexweş bûye ji ber sermayê hin bêtir nexweş ketiye û îro nehatiye nobedê. Şenyaşar diyar kir ku li bajarên cuda yên Tirkiyê dayik nobedê digirin û dewlet ji b ovan seferber bûye. Şenyaşar anî ziman ku walîtiyê daxwaza wan a konvedanê red kiriye û ev maf ji hin kesan re tê nasîn û ji bo wan çima nayê nasîn?    ‘HAYA WAN JI HIQÛQÊ NÎNE’    Şenyaşar destnîşan kir ku ew nobeda xwe “di bin zilmê de” berdewam dikin û got: “Hay û bay û gumana Edliyeya Rihayê ji hiqûqê nîne. Li Tirkiyê li gorî kesan hiqûq tê sepandin. Lewma em dixwazin piştevaniya ji bo me zêdetir be. Derdozgerê Rihayê her roj bi wesayîta xwe ya luks di ber me de diçe û vê bêhiqûqiyê dibîne. Em di wê baweriyê de ku wê edalet rojek were cih û em bi biryardarî nobeda xwe didomînin.”    ‘DOZGER DITIRSIN KU WEZÎFEYA XWE BIKIN’    Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjtîal jî vê peyamê belav kir: “Van dozgerên ku bi wesayîtên xwe yên meqamî yên nû û modelên luks hene, her roj di ber me de û edliyê û derdikevin, ji tirsa nikarin wezîfeya xwe bikin. Mirovên xwedî wîjdan û bi rûmet êşa me aş dikin. Li ber Qesra Edaletê ya Rihayê di roja 287’emîn de têkoşîna me ya edaletê berdewam dike.”