Sarikaya ji wezîfeya xwe îstîfa kir 2021-12-20 14:05:55   ENQERE - Rojnamevan Muharrem Sarikaya yê di weşana zindî de şimaq li rojnamevan Ahmet Demîr xist, ji saziya lê dixebitî îstîfa kir.    Rojnamevan Muharrem Sarikaya di weşana zindî ya Haberturk TV de şîmaq li rojnamevan Ahmet Demîr dabû û dîmenên vê kêliyê li ser medya dîjîtal û malper û televîzyonan de hat weşandin. Ev dîmen bû rojeva sereke û bi milyonan kes bertek nîşanî Sarikaya, Haberturkê û îqtidarê da. Sarikaya yê ku hat şermezarkirin, ji wezîfeya xwe îstîfa kir. Sarikaya Nûnertiya Grûba Medya Cînerê ya Enqereyê dikir.