Dayikên Aştiyê li Mêrdînê meşiyan: Êdî Bes e 2021-12-20 15:56:29 MÊRDÎN - Dayikên Aştiyê yên li Mêrdînê ji bo balê bikişînin ser tecrîd û mirinên ku li girtîgehan zêdebûne meşiyan, bang li berpirsyaran kirin û gotin “Êdî bes e.” Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ku bi dirûşmeya “Em ê tecrîdê bişkînin, jiyana azad ava bikin” bi armanca balê bikişînin ser mirinên li girtîgehan zêde dibin û tecrîdê şermezar bikin ji gelek gajaran hatin Mêrdînê.    Dayikên Aştiyê ku beriya daxuyaniya çapemeniyê li pêş Edliyeya Mêrdînê kom bûn û dayika Garîbe Gezer a bi awayekî biguman li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandirayê jiyana xwe ji dest da Halîme Gezer jî di nav de, piştî demekê bi polîsan re niqaşkirin, derbasî Parka Karayollari bûn. Parlementerên HDP’ê Remziye Tosûn û Semra Guzel jî piştgiriya girseya li parkê kom bûn kirin.    WÊNE HATIN HILGIRTIN   Di daxuyaniyê de wêneyên girtiyên ku jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin, pankart hat vekirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hatin berzkirin. Hevseroka HDP’a Mêrdînê Perîhan Agaoglû di daxuyaniyê de axivî.    ‘GIRTIYAN BERDIN’    Agaoglû, bi lêv kir ku tecrîd her ku diçe kûrtir dibe û bal kişand ser mirinên li girtîgehan zêde dibin. Agaoglû, diyar kir ku desthilat girtiyên nexweş weke dîl digire û bang kir ku demildest werin berdan û şertên tecrîda girankirî bên rakirin. Agaoglû, anî ziman ku mirinên li girtîgehan ji kesê re nabin çareserî.    ‘SEDEM KÎ YE?’   Dayika Aştiyê Besna Gunay jî dazanîn ku tevî li dijî şer bang dikin jî her roj ji girtîgehan cenaze derdikevin. Gunay, bi lêv kir ku naxwazin zêdetir dilê dayikan bişewite û wiha got: “Dibêjin girtî xwe dikujin. Em dizanin ku ev ne wisa ye. Ma nizanin ka sedem çi ye? Nizanin sedemê wê kî ye?”   DAYIKA GEZER: ÊDÎ BES E   Dayika Garîbe, Halîme Gezer jî diyar kir ku keça wê xwe bi xwe nekuştiye û wiha got: “Keça min hat qetilkirin. Hûn ê hesabê vê bidin? We ji keça min çi dixwest? Li tu dera cîhanê nehatiye dîtin ku hem birçî bihêlin hem jî qetil bikin. Her roj yekî din dikujin û dibêjin xwe kuştiye. Em vê qebûl nakin. Êdî bes e zarokên me qetil nekin. We du zarokên min qetil kirin. Garîbeya min nemir. Li ser serê min dijî. Hûn ji wêneyên Garîbeyê ditirsin. Di tu olan de tiştekî wisa nehatiye dîtin. We cenazeyê keça min revand. Pişt re parêzerên me karî cenaze bigirin. Êdî bes e.”   BI DIRÛŞMEYAN MEŞIYAN   Girse, piştî daxuyaniyê bi dirûşmeyan ber bi avahiya HDP’ê ya bajêr ve dest bi meşê kir. Polîsan dema meşê de pêşiya girseyê girt û diyarkirin ku destûrê nadin meşê. Piştî girse ket kolana avahiya HDP’ê polîsan bi mertalan rê girt, girseyê piştî demekê li vê derê dirûşm berzkirin, sekinîna xwe domandin.    Girseyê piştî bi polîsan re demekê niqaş kirin, bi berzkirina dirûşmeyan belav bûn.