Cenazeyê Erkmen ê hat revandin li Sakaryayê radestî malbatê hat kirin 2021-12-20 16:28:48   STENBOL - Cenazeyê Vedat Çem Erkmen ê ji aliyê polîsan ve hat revandin, li Sakaryayê radestî malbata wî hat kirin û malbatê cenaze ber bi Qersê ve derxist rê.    Vedat Çem Erkmen ê li Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F’yê di hucreyê de duh êvarê bi awayek guman jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Erkmen ê ji Saziya Tiba Edlî (ATK) rakirin Midûriyeta Goristanan a Navçeya Kuçukçekmeceya Stenbolê, ji malbatê hat revandin. Cenaze li Sakaryayê radestî malbatê hat kirin.    Birayê Erkmen, Saîm Erkmen jî di wesayîta cenaze de bû û polîsan dest danîbû ser telefona û girtîbû. Lewma heta Sakaryayê kesî xwe negihand Saîm Erkmen. Erkmen diyar kir ku wan li Sakaryayê cenaze wergirtine û neqlî wesayîta xwe kirine.    Malbatê ji Sakaryayê cenaze derxist rê û ji bo veşartinê dibin Qersê. Saîm Erkmen destnîşan kir ku cenazeyê birayê wî bi awayek kêfî ji aliyê polîsn ve hat desteserkirin û revandin.