Di 77'emîn meha Komkujiya Pirsûsê de daxwaza ji bo edaletê hat dubarekirin 2021-12-20 20:06:47   STENBOL - Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê, di meha 77'emîn a Komkujiya Pirsûsê de bal kişandin ser polîtîkaya bêcezatiyê û daxwaza xwe ya ji bo edaletê dubare kirin.    Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê, di meha 77'emîn a Komkujiya Pirsûsê de bi dirûşmeya "Edalet ji bo Pirsûsê, edalet ji bo her kesî" li Kolana Halît Aga ya Kadikoy a Stenbolê li hev kom bûn û daxuyaniyek çapemeniyê dan. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Mûsa Pîroglû û Hevserokê HDP'a Stenbolê Ferhat Encu û xizmên windayan tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên wekî "Edalet ji bo Pirsûsê", "Pirsûsê ji bîr neke, nede jibîrkirin" û "Edalet ji bo Pirsûsê, edalet ji bo her kesî" hatin berzkirin.    ‘WEKÎ TERORÎST ÎLAN KIRIN'   Koray Turkay ku daxuyaniya çapemeniyê xwend anî ziman ku di rûniştina dawî ya sala 2021'ê de hatine cem hev du û di sala 2021'ê de tim ji bo edaletê têkkoşiyane. Turkay, got: "Di danişîna 22'yê Cotmehê de ku li kampusa Girtîgeha Cirnê Reş a Rihayê hat lidarxistin berpirsiyariya komkujiyê xistin stuyê kesekî û bi vî awayî xwestin dadgehê bi dawî bikin. Dadgehê parêzerên me, malbatên me û birîndar me jî di nav de giliyê 5 kesan kir ji ber beyanên wan ên li dadgehê. Dadgeha Qanûna Bingehîn jî bi biryara xwe 33 rêwiyên me yên xeyalan ên li Pirsûsê hatin kuştin wekî terorîst îlan kir. Lê belê ji bo kujer Abdûrrahman Alagozê bombe teqand gotibû kes."    ‘XWE KER KIRINE'   Turkay, bibîr xist ku li Tirkiyeyê gelek komkujî pêk hatine û ji van komkujiyan yek jê jî Komkujiya Roboskiyê ye ku 17 jê zarok 34 kes hatibûn kuştin. Turkay got: "Kiryarên vê komkujiya ku 10 sla berê pêk hat eşkere nekirin û agahiyên awayê komkujiyê veşartine. Dozên derbarê Dayika Taybet de ku di sala 2015'an de li Şirnexê li nav kuçeyê hat kuştin hemû bê encam man. Kesên îhmalkarî kirin jî nehatin cezakirin. Niha doza Metîn Lokûmcû ku 11 sal berê li Hopaya Artvînê bi fîşeka gazê ya polîsan jiyana xwe ji dest da li Trabzonê tê lidarxistin. Di dozê de 13 polîs tên darizandin lê daxwazên malbatê bi tu awayî nayên qebûlkirin."    POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ   Paşê Hevserokê HDP'a Stenbolê Ferhat Encu axivî. Encu, Komkujiya Pirsûsê bibîr xist û got: "Pêkhatine komkujiyê, negirtina tevdîran di asasê xwe de eynî wekî komkujiyên li vî welatî pêk tên. Mixabin kesên komkujî kirin bi polîtîkaya bêcezatiyê re rû bi rû man. Malbatên ji bo edaletê têdikoşin jî tên darizandin û cezakirin. Kesên me dikujin dixwazin me çavtirsandî bikin û bitepisînin. Ev welat bi polîtîkaya bêcezatiyê tê birêvebirin."    'DÊ EHSAB BÊ PIRSÎN'   Encu, komkujiyên din ên li welêt qewimîn bibîr anîn û destnîşan kir ku di van komkujiyan de jî polîtîkaya bêcezatiyê hatiye pêkanîn. Encu got: "Ji lew re dizanin ku ger ên vê komkujiyê pêk anîn bihatan darizandin, wê çaxê dê serî bigihaştana yên welêt bi rê ve dibin. Ew bi xwe van komkujiyan disêwirînin." Encu, destnîşan kir ku dê li dijî vê feraseta kone dengê xwe bilind bikin û got: "Dê sala 2022'yan ji bo me bibe sala hesabpirsînê."