Nobeda Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan 2021-12-21 09:09:05 WAN - Xizmên girtiyan ên li Wanê tevli Nobeda Edaletê bûne, xwestin girtiyên nexweş ên nikarin bi tena serê xwe bijîn bên berdan.  Li avahiya Baroya Amedê Nobeda Edaletê ya ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin hat destpêkirin di roja 33'yan de didome. Li Wanê jî xizmên girtiyan ku Nobeda Edaletê li Baroya Wanê didomînin bang li hemû xizmên girtiyan kirin ku dengê xwe bilind bikin.    'DIVÊ EM BIBIN GELEK'   Zeynep Dayan, dayika girtiyê nexweş Sînan Karel, diyar kir ku kurê wê nexweş e û êdî nikare bi tena serê xwe bijî û xwest hemû girtiyên nexweş bên berdan. Dayan, bilêv kir ku bi hincetên siyasî 35 sal ceza li kurê wê hatiye birîn û dosyeya wî hê jî li Dadgeha Bilind e. Dayan, da zanîn ku kurê wê ji pozê xwe, rêviyên xwe û kîsikê ziravê xwe emeliyat bûye û got: "Piştî emeliyatê kurê min xistin odeya karantînayê. Ji ber vê 24 roj in em niakrin pê re biaxivin. Ji ber ku nikare telefon bike, em nizanin bê ka rewşa wî çi ye. Tenê ne ji bo kurê xwe, ji bo tevahiya girtiyên nexweş di nobedê de me. Bang li tevahiya Wanê dikim; gava em li vir tenê ne 3-4 dayik bi sedan dayik binî dê dengê me gurtir bibe. Em bang li malbatên girtiyan dikin ku piştgiriya nobed ame bikin."    BANGAWAZÎ   Aslihan Tîmûr, dayika Botan Tîmûrê di Girtîgeha Wanê ya Tîpa F'yê de, anî ziman ku kurê wê di odeya kategoriyê de ye û tim cezayê hucreyê lê tê birîn. Tîmûr, da zanîn ku doza kurê wê 6 sal in tim tê taloqkirin û got: "Ji ber ku kurê min demeke dirêj di hucreyê de ma, demek berê me hevdîtin bi midûrê girtîgehê re kir û me xwest Botan ji hucreyê bê derxistin. Du roj berê ji ber ku cezayê wî yê hucreyê qediya wî xistin odeyeke asayî. Çar kurên min hene. Yek jê Botan e, yek jê 20 sal in girtiye, yek jê jî 6 sal cez alê hatiye birîn û yek jê jî hê dadgeha wî dewam dike. Dixwazim êdî ev zilm biqede. Bang li hemû malbatan dikim; wisa nabe. Ne tenê em, divê hemû malbat li vira bin û divê em mil bidin milê hev du û vê nobedê bidomînin."    ‘EDALET NEMAYE'   Tîmûr, diyar kir ku li welêt êdî edalet nemaye û got: "Ger li vî welatî edalet hebûna girtî bi darbestan dernediketin. Her roj girtiyekî nexweş jiyana xwe ji dets dide. Êdî bila ev biqede. Bi sedan girtî cezayên wan qediyane, lê ji ber ku înfaza wan hatiye şewitandin nayên berdan. Ma qey dixwazin cenazeyê van mirovan derkeve? Divê hemû malbat li dijî vê dengê xwe bilind bikin."    TÊKOŞÎNA DAYIKAN   Dilşah Alkan ku ji bo hevjînê xwe Îbrahîm Alkan ê girtî tevli Nobeda Edaletê bûye, xwest hemû girtiyên nexweş rojek berî rojekê bên berdan. Alkan, diyar kir ku heya edalet pêk neyê dê nobed bidome û got: "Bila mirov dengê me bibîhisin. Em aştiyê dixwazin. Em pergaleke ku darbestên girtiyan ji girtîgehan dernekevin dixwazin. Li vî welatî yên edaletê bînin dê dayik bin. Lewma bang li dayikan dikim ku li dijî vê bêedaletiyê piştgiriya nobedê bikin."