Wê şahidiniya xwe ya Zîndana Amedê bike pirtûk 2021-12-21 09:50:39 AMED - Mehmet Dag ê 30 salan li girtîgehê ma, amadekariya derxistina pirtûka ku qala wê dema li Zîndana Amedê maye, dike. Zîndana Hejmara 5’an a Amedê ku bi darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê radestî rêveberiya serpel Esat Oktay Yildiran hatibû kirin, bû mijara rapor, pirtûk û fîlman. Mehmet Dag ku ji 34 salan 4 sal di dema darbeya 12’ê Îlonê de derbaskirin, amadekariya pirtûkeke ku şahidiniya wê demê bike, dike.    Mehmet Dag ê 58 salî 34 salên temenê xwe di girtîgehê de derbas kirin. Dema 24 salî di sala 1981’an de hat girtin. Dag, bi Zîndana Hejmara 5’an a Amedê ku di bin rêveberiya Esat Oktay de vegerandin îşkencexaneyê, dest bi jiyana girtîgehê kir û piştî 4 salên di îşkenceyê de derbas bûn beraet kir.    Dag, piştî ji girtîgehê derket û 6 sal şunde di encama îxbarê de di sala 1991’an de hat binçavkirin. Di dema Rewşa Awarte de ku dema binçavkirinê 30 rojbûn di binçavan de 28 rojan îşkenceyeke giran lê hate kirin. Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) 36 sal cezayê hefsê li Dag birî. Dag ê ku 34 salan di girtîgehê de ma tevî ku cezayê wî di meha Hezîranê de qediya jî nehat berdan. Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgeha Tîpa T a Afyonê bi hêceta ne “di rewşeke baş de ye” berdana Dag 6 mehan taloq kir. Dadgeha Înfazê ya Afyonê jî ev biryar di cih de dît. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran îtîraza Dag a li dijî biryarê di cih de dît û biryara berdana Dag da. Dag, 4 mehan dereng di 3’yê Cotmeha 2021’an de hat berdan.    Dag jiyana xwe ya girtîgehê û ya derve nirxand diyar kir ku di 34 salan de ji gelek girtîgehan sewqî gelek girtîgehan haitiye kirin û di vê pêvajoyê de gelek caran rastî êrişên fîzîkî û psîkolojîk hatiye. Dag da zanîn ku piştî 4 salan li Zîndana Hejmara 5’an a Amedê hat girtin tevî hikmê lê hat birîn sewqî Girtîgeha Bandirmayê hatiye kirin û bi lêv kir ku pişt re ji ber ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ku sewqî wir hatiye kirin lêgerîna tazî qebûl nekiriye, rastî êrişa fîzîkî hatiye. Dag, anî ziman ku pişt re dîsa sewqî Girtîgeha Bandirmayê tê kirin û ji wir jî sewqî Girtîgeha Afyonê tê kirin û wiha got: “Tiştên li van girtîgehan diqewimîn êrişên li Zîndana Amedê li hevalên dihatin kirin dianîn bîra me. Teslîmbûyîn ferz dikirin û hewl didan te û nirxên te ji holê rakin. Kurtasî tecrîdeke girankirî bû.”   Dag, bi lêv kir ku armanca girtîgehan şikandina îradeya mirovan û dûrxistina ji armanc û nirxên wan e û tiştên ku şahidiniya wan kirin wiha vegot: “Di sala 1998’an de dema Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dîl hat girtin, gelek hevalên me ji bo li dora birêz Ocalan bibin xeleka ji agir hewl dan xwe bişewitînin. Li girtîgeha ez li dimam jî du hevalan xwe şewitandin û şehîd ketin. Vê yekê bandoreke mezin li ser min kir. Lê dîsa jî ji berxwedanê zêdetir çareya me nebû.”   TÊKOŞÎNA JIYANÊ    Dag, bi lêv kir li dijî pirsgirêkên pê re rûbirû diman du vebijêrk tenê hebûn û wiha berdewam kir: “Dema bûyerek bi serê mirov hat, mirov mecbûre ku li dijî vê li ber xwe bide. An dê teslîm bibe û ji armanc û nirxên xwe dûr bikeve an jî wê li ber xwe bide. Ji ber vê yekê heke armanc û baweriya mirov saxlem be girêdayî vê yekê têkoşîna jînê wî li ser piyan dihêle.”   ‘HER TIŞT HATIYE GUHERTIN’   Dag, diyar kir ku piştî derketina 30 salan a derve bi cîhaneke nû re rûbirû maye û wiha pê de çû: “Wê dema ez hatim girtim, li derdora Girtîgeha Tîpa E du xanî an hebûn an nebûn. Hemû zeviyên vala bûn, niha her der bûne avahî. Niha du saetan tu nikarî bigihî wê derê, bi mezinbûna bajêr, şertên wî jî hatine guhertin, mezin bûye. Teknolojî pêş ketiye ji ber vê yekê mirov hinek zehmetiyê dikişîne.”   ‘RÊ JÎ NÎŞAN NEDAN’   Dag, destnîşan kir ku ji Girtîgeha Afyonê êvarî hat berdan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Afyon, cihekî ku ez nizanim û nasnakim bû. Ji bo ku derkevim ser rêya sereke min ji gardiyan û eskeran pirsî lê ew jî nîşanî min nedan. Dîsa min fêm kir ku dijmin dijminatiya xwe dike. Ez bi xwe di şeva tarî de û cihekî nediyar bi pirskirinê hatim tesîsekê û telefonî malbata xwe kirim. Malbata min piştî 4-5 saetan karî were cem min.”   PÊL LI AXÊ KIR   Dag, diyar kir ku piştî ji girtîgehê derket dîtîna ewil a xweza û axê hesteke muazzam e û wiha domand: “Piştî ku ez derketim bi salan şûn da tişta min ewil xwest bikim ew bû ku bi piyên tazî pêl li axê bikim û min kir jî. Niha jî dixwazim li nav daristanan bigerim û bikevim nav xwezayê.”   WÊ HEJMARA 5’AN BIBE PIRTÛK   Dag, bi lêv kir ku li girtîgehê mirov dielime pirtûk xwendinê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Min gelek pirtûk xwendin. Min di vê pêvajoyê de xebata du pirtûkan kir lê min hêj nav lê nekiriye. Yek li ser pêvajoya şer a sala 1979’an a bi Eşîreta Bûcakan re ye û ya din jî li ser jiyana Hejmara 5’an a Amedê ye. Piştî ku redekte kirina her du pirtûkan qediya ez ê hewl bidim çap bikim.”   MA / Mehmet Guleş