Bavê pitika wî di sermayê de miribû: DEDAŞ'ê ez vexwendim çayê 2021-12-21 11:16:46 AMED - Bavê pitik Yûnûs Emre, Ozcan Bînen ku ji ber birîna ceyranê ya DEDAŞ'ê jiyana xwe ji destd dabû, diyar kir ku piştî mirina Yûnûs Emre jî ceyrana wan hatiye birîn û DEDAŞ'ê wî vexwendiya çayê.  Şîrketa Belavkirina Ceyranê (DEDAŞ), di salên dawîn de bi hinceta "deynê nehatiye razandin" , "bikaranîna qaçax" û "derxistina seetan a ser dîrekan" li bajarên herêmê gelek caran ceyranê dibire. Ev birîna ceyranê ya li navçeya Farqîn a Amedê bû sedema mirina pitikê bi navê Yûnûs Emre (2). Malbata Yûnûs Emre li taxa Camî ya navçeyê rûdinê û ji ber ku ceyrana wan hat birîn û pitikê wan nikaribû amûrê hilmijê bi kar bîne jiyana xwe ji dest da. Pitikê ku nexweşiya wî ya bronşîtê hebû malbata wî di 12'ê kanûnê de rakir nexweşxaneyê û rexmî hemû mudaxaleyan jî nehat xelaskirin û jiyana xwe ji dest da. Bijîjkan ji malbatê re ragihand ku ji ber sermayê dilê pitik Yûnûs Emre sekiniye û jiyana xwe ji dest daye.    Piştî ku bûyer ji raya giştî re hat ragihandin DEDAŞ'ê bi daxuyaniyeke nivîskî angaşt kir ku ceyrana malê nebirîne.      PIŞTI MIRINÊ CEYRANÊ DANE   Ji ber serma û şiliyê mala dayik û bavê pitik Yûnûs Emre kam girtiye. Meryem Bînen û Ozcan Bînen ku bi soba erdê mala xwe germ dikin, têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.    Dayik Meryem Bînen, diyar kir ku 3 meh beriya niha bi kirê ketine mala ku lê ne û piştî demekê çûne cem malbata xwe ya li navçeya Silopiya ya Şirnexê û piştî ku vegeriyane dîtine ku ceyrana wan hatiye birîn û wiha got: "Heta dema em ji Silopiyayê vegeriyan jî rewşa pitikê me baş bû. Demeke dirêj e ceyrana me tune ye. Zarok hinek nexweş ketibû lê rewşa wî ne giran bû. Dema em hatin jî dikaribû li pey min bigere. Me wî bir mala xizmen me û li wir hilmijê dayê. Piştî em vegeriyan malê min ji hevjînê xwe xwest ku ceyrana me girê bide. Diz ketibûn mala me û qabloyên me dizîbûn. DEDAŞ'ê ji hevjînê min qablo xwest. Ji ber ku rewşa me ya maddî tune ye me pirsgirêk çareser nekir. Bi şev ji ber ku rewşa pitikê me giran bû me wî rakir nexweşxaneya li navçeyê û piştre wî sewqî Amedê kirin. Bi amûrê hilmijê ve girê didin û dimîre. Bijîjk got ku ji sermayê miriye."    TÎM HEFTEYEK DERENG HATINE   Bav Ozcan Bînen jî da zanîn ku beriya mirina pitikê xwe ji bo berdana ceyranê çûne DEDAŞ'ê û DEDAŞ'ê bersiva "jixwe ceyrana we berdayiye" daye wan û ev tişt got: "Roja duşemê (6'ê kanûnê) ceyrana tune bû, roja sêşemê jî nehat. Xetê girêdabûn, em jî li bendê bûn ku bên seetê girê bidin. Ji me re gotin, 'Ji malê dernekevin em ê ceyrana we girê bidin'. Em çend caran geriyan; gotin ji ber ku tax bi tax geriyane destê wan têje ye. Heta roja şemiyê ceyran nehat û min pitikê girt û bir mala kekê xwe. Me wê şevê hilmijê dayê û piştre hatin malê. Roja yekşemê hinek aciz bû. Bi şev saet di 03.00'an de me dengê nalîna wî bihîst. Me got belim ji birçîna wiha die. Em rabûn ku halê wî tune ye. Dilê wî sekinîbû. Li nexweşxaneyê 40 deqeyan hewl dan dilê wî dîsa bixebitînin."   BIRÎNA CEYRANÊ BERDEWAM KIRIYE   Di berdewamê de Bînen, da zanîn ku 3 caran dilê pitikê wî sekiniye û jiyana xwe ji dest daye û ev tişt anîn ziman: "Piştî vê jî ez çûm DEDAŞ'ê û ji min re gotin, 'qeyda abonê li ser xwe çêbike em bên girê bidin'. Di 16'ê kanûnê de dema ku em ji ser gora pitikê xwe hatin careke din ceyrana me birîbûn. Piştî ku hinek ketin dewrê ceyrana me berdan. Mirov tev xîzanin. Em nikarin serê xwe bişon. Ev pirsgirêkeke mezin e. Ne tenê ceyran, ev pirsgirêkeke mirovahiyê ye."   DEDAŞ'Ê VEXWEND ÇAYÊ   Bînen, destnîşan kir ku midurê DEDAŞ'ê duh lê geriyaye û jê re gotiye, 'were çayeke me vexwe' û ev pirs kirin: "Em tev dizanin ku li her malekê nexweşek heye. Kesên ji DEDAŞ'ê tên jî dizanin. Divê mirov fêm bikin. Hat serê min bila neyê serê hin kesên din. Em perê ceyranê dernaxin. Em ji kuderê bînin vî pereyî."   MA / Ceylan Şahîn