22 rojnamevan hatin beraetkirin 2021-12-21 13:33:47   STENBOL - 22 rojnamevenên ji doza serdegirtina Rojnameya Ozgur Gundemê 5 sal in tên darizandin, hatin beraetkirin.      Di meha tebaxa 2016’an de polîsan avêtibûn ser avahiya rojnameya Ozgur Gundemê ya Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin. Bi îdiaya ku 22 rojnamevan “li dijî polîsan derketine” 5 sal in dihat darizandin. Danişîna biryarê ya doza rojnamevanan li 5’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Rojnamevan beşdarî danişînê nebûn û parêzerên wan Ozcan Kiliç, Cemal Polat, Sercan Korkmaz û Oya Oznûr di danişînê de amade bûn.    Parêzeran di danişînê de parastina miwekîlên xwe kirin û xwestin werin beraetkirin. Dadgehê daxwaza parêzeran nirxand û bi hêceta ku delîlên rojnamevan werin cezakirin têrê nakin û rojnamevanan sûc nekiriye biryara beraetê da. Her wiha dadgehê biryar da ku materyalên dîjîtal ên rojnamevanan ku 5 sal in hatine desteserkirin li wan werin zivirandin.