Girtiyê nexweş Ozkan bi hêceta ‘Doza Licê’ nehat berdan 2021-12-21 15:59:59   EDENE - Girtiyê nexweş ê giran Mehmet Emîn Ozkan ê li girtîgehê tê ragirtin, encam negirtina Doza Licê hêcet hat nîşandan û nehat berdan.    Girtiyê nexweş ê giran Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî ku li ser cezayê hefsê yê muebbetê yê ji ber bûyerên 22’yê Cotmeha 1993'an ên li navçeya Licê ya Amedê pêk hatibûn lê hatibû birîn xera bûbû, ji nû ve tê darizandin. Ji ber Mehmet Emîn Ozkan ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê ragirtin, bi vîrûsa koronayê ketiye tevlî danişîna ku li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê hat dîtin, nebû. Parêzer Tûgay Bek, Yakûp Ataş, Yasemîn Dora Şeker û Cahît Atak di danişînê de amade bûn.    Şandeya Dadgehê diyar kir ku hesaba Twîtterê ya bi navê “Polîs eskîsî” ku têkildarî Ozkan de parvekirin kirin nehatiye tespîtkirin.    ‘HESAB BILA WERE TESPÎTKIRIN’   Parêzer Cahît Atak xwest ku hesaba Twîtterê ya bi navê “Polîs eskîsî” were tespîtkirin, rewşa tenduristiyê ya Ozkan berçav were girtin û înfaza wî were rawestandin.    BI KOVÎD-19’Ê KET   Parêzer Tûgay Bek jî dazanîn ku Ozkan cara duyemîn bi vîrûsa koronayê (Kovîd-19’ê), nexweşê giran e û nikare tena serê xwe di girtîgehê de bimîne. Bek, bi bîr xist ku di demên dawî de ji girtîgehan darbest derdikevin û xwest Ozkan were berdan.    ‘BILA WERE BERDAN’   Parêzer Yakûp Ataş jî bi lêv kir ku di girtîgehan de bi hezaran girtiyên nexweş hene, yek ji van jî Ozkan e û wiha axivî: “Ji ber beyanên di Twîtterê de hatine parvekirin bi kêrî Ozkan tên bi zanebûn dernaxînin holê. Em dixwazin ev derkeve holê. Ji ber girtiyê nexweş ê giran e em dixwazin bêyî ku li benda dosyaya Îzmîrê bê mayîn were berdan.” Parêzer Yasemîn Dora Şeker jî xwest ku Ozkan were berdan.    NEHAT BERDAN   Şandeya Dadgehê daxwaza parêzeran a berdanê red kir û encam negirtina Doza Licê ya li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hêcet hat nîşandan, biryara berdewama girtina wî da. Dadgehê danişîn taloqî 17’ê Adara 2022’yê kir.