Zarok û malbatên wan ji bo xwedî derketina li kurdî bang kirin 2021-12-22 09:11:44 WAN - 18 zarokên ku li ARSÎSA ya Şaxa Wanê perwedehiya zimanê kurdî wergirtin, bi merasîmeke rengîn sertîfîkayên xwe wergirtin. Zarokan û malbatên wan ji bo xwedîderketina li ziman bang kirin.  Li Komeleya Lêkolînên Ziman Çand û Hunerê (ARSÎSA) a Şaxa Wanê, 18 zarokên ku perewerdehiya zimanê kurdî wergirtin, bi merasîmeke rengîn sertîfîkayên xwe wergirtin. Zarokan nêzî 3 mehan perwredehî wergirtin. Malbatên wan diyar kirin ku ji ber vê pir kêfxweş in û bang li her kesî kirin ku xwedî li kurdî derkevin.   ‘EM ZIMANÊ XWE BÊXWEDÎ NEHÊLIN'   Çiyager Kaçak ê 12 salî ku piştî perwerdehiya 3 mehan sertîfîka wergirt, bal kişand ser bedewbûna kurdî û anî ziman ku dê 0perwerdehiya xwe bidodmîne. Kalê wî Hasan Kaçak jî diyar kir ku her diçe axaftina bi kurdî kêmtir dibe û ji bo xweîdderketinê bang kir. Kaçak, destnîşan kir ku êdî li malan, li tax û kuçeyan axaftina bi kurdî kêm dibe û lewma neviyê xwe daye ber perwerdehiya zimanê kurdî. Kaçak, destnîşan kir ku divê kurd hemû hînî kurdî bibin û got: "Me bi salan hewl dida ku zarokên me hînî kurdî bibin. Piştî ARSÎSA'yê dest bi perwerdehiyê kir, ev ji bo me bû firsend. Pêdiviya zimanê me bi axaftinê heye. Em hêvî dikin ku gelê kurd zimanê xwe bêxwedî nahêle û dê rê zarokên xw ebide. Tekane hêviya me ku zarok bi kurdî biaxivin û bi kurdî mezin bibin."    ‘WEKÎ AV NAN GIRÎNG E'   Sedat Çîftçî yê yê 13 salî jî anî ziman ku ji ber ku li taxê her kes bi tirkî diaxive, wî jî hewl daye perwerdehiya bi kurdî wergirtiye û divê hemû zarok kurdî hîn bibin. Bavê wî Mûsa Çîftçî jî destnîşan kir ku pir kêfxweş e ku kurêwî sertîfîka wergirtiye. Bav Çîftçî destnîşan kir ku nan û av çawa ji bo mirov girîng in, hînbûna kurdî jî eynî wisa ji bo kurdan girîng e û got: "Divê kurd hemû zarokên xwe bişînin komeleyên zimanê kurdî."    BAR DIKEVE SER MLÊ DÊ Û BAVAN   Dîcle Dûman a 12 salî jî bibîr xist ku zoman hebûna mirov e û bangli her kesî kir ku xwedî li zimanê xwe derkevin. Dayika wê Ayşe dûman jî anî ziman ku ji ber ku kesî li cem keça wê bi kurdî xeber nedaye, lewma keça wê zimanê xwe yê zikmakî hîn nebûye. Dayik Dûman, destnîşan kir ku ev yek ji bo wê prisgirêkek gelekî mezin bû û got: "Ji bo zarok bi kurdî hîn bibin barê mezin dikeve ser milê dê û bavan. Bang li her kesî dikim ku vê berpirsiyariyê pêk bînin."    TÊKOŞÎNA AZADIYÊ BI ZIMAN DEST PÊ DIKE   Okkeş Kava, bavê Ronî Kava yê 12 salî yê ku sertîfîka wergirt, destnîşan kir ku divê her kes pêşî li malê û bi dûr re li derve kurdî hîn bibe. Kava, anî ziman ku gelê kurd gelekî herî kevin ê vê erdnîgariyê ye û ji ber zext û zoriyên pê re rû bi rû dimîne zimanê wî paş de maye.    Kava, bilêv kir ku ji ber ku kurê wî sertîfîka wergirtiye pir kêfxwe e û got: "Têkoşîna azadiyê bi ziman dest pê dike. Gava di warê ziman de tu xwe azad bikî, jixwe tu civakê jî azad dikî. Haya me ji talûkeya mezin tune ye. Telefon û televîzyon êdî amûrên asîmlasiyonê ne. Divê her dê û bav, her xwişk û bira û her xizmê xwe wekî mamsoteyek kurdî bihesibînin. Ger em bi vê berpirsiyariyê tevnegerin em ê bi ser nekevin. Dê zimanê me ji dest me biçe. Birêz Ocalan dibêje, 'Komkujiye herî mezin di qada çandî de tê kirin. Qada ewil hedef tê girtin jî ziman e.' Lewma divê em xwedî li zimanê xwe derkevin."