Êdî goştê mirîşkan jî bi xiraman tê firotin 2021-12-22 09:11:45 ÎZMÎR - Hamdiye Yagiz ku li Çîmentepeyê şarkuteriya wê heye, diyar kir ku di demên dawî de derdora xizan êdî nikare tiştekî bikire û êdî goştê mirîşkan jî bi xiraman difiroşe.  Ji ber krîza aborî û zêdebûna kûra dowîzan fiyetê zexîre û qût her diçe bihatir dibe. Goştê spî yê ku Tirkiye îxracata wê dike jî nesîbê xwe ji vê bihabûnê girt.    Gelê ku ji zû de ye ji ber bihabûna goştê sor bêtir ber bi goştî spî ve çûye, di demên dawî de ji ber krîza aborî û zêdebûna kûra dowîzan êdî nikare goştê spî jî bikire. Welatî piştî ku goştê spî ji sedî 30 bihabû, êdî goştê mirîşkan jî bi xiraman dikirin.    BI XIRAMAN TÊ FIROTIN   Li Taxa Çîmentepe ya navçeya Konak a Îzmîrê Hamdiye Yagiz ku dikana wê ya şarkuteriyê heye, anî ziman ku bi zêdebûna kûra dowîzan her tişt biha bûye û şêniyên taxê êdî nikarin goştê mirîşkan jî bistînin.    Yagiz, got: "Karê me ne wekî berê ye. Mirov tên tiştan distînin, lê bi xiraman distînin. Yanî ji dêvla mirîşka sax, tên an hêtek wê an jî perçeyek sînga wê distînin. Berê goştê sor nedihat stendin, niha goştê mirîşkan jî nayê stendin. Gava hin kes mirîşkek sax bistînin kêfa me tê. Fiyetê mirîşka sax 22, sîng 25 û sînga bê hestî jî 30 TL ye. Piştî zeman hema bibêje fiyet du qat zêde bûn. Mirov tenê ne goştê mirîşkan, êdî nikairn zexîreyên din jî bistînin. Qaba hêkan bûye 35 TL. Ma dê ev mirov çawa bistînin? Lis emtên din bihatir e. Ez an şîreyek an jî du lîreyan qenzec dikim. Piraniya taxê feqîr in. Gava ez bi vî fiyetî difiroşim li ber dikevim. Ji lew re kesekî li malê 7 kes in tê bi 7 lîreyan goştê mirîlkan dixwaze. Wî jî sirf ji bo tahm têkeve xwarinê distîne. Vî goştê distînin bidin ber zarokekî jî wê têr nexwe."    Yagiz, destnîşan kir ku êdî divê ev zilma bihabûnê biqede û got: "Êdî em nikarin debara xwe bikin. Em dixwazin ev rewş bi dawî bibe. Em dixwazin mirov bi rihetî bijîn."    MA / Ozlem Yayan