Rojnameger Êzidî: Li Şengalê li şûna MÎT'ê PDK kar dike 2021-12-22 10:05:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Îbrahîm Êzidî, da zanîn ku PDK li herêmê sîxûrtiyê dide ferzkirin û wiha got: " Hin malbat ji bo ku karê sîxurtiyê bikin bi taybet hatin hilbijartin û şandin Şengalê. Li Şengalê PDK’ê şûna MÎT’ê kar dike. Cihê ku  MÎT xwe negehînê PDK’ê wê dike."    Di 9’ê cotmeha 2019’an de bi armanca şikandina berxwedana civaka êzidî di navbera Hikûmeta Iraqê û Hewlêrê de peymana "Şengalê" hate îmzekirin. Peymana ku beyî vîna êzidiyan hate îmzekirin bû mijara bertek û rexnekirinê.  Peymana bi piştgirî û hevkariya Tirkiyeyê hatibû îmzekirin û pişt re di 23'ê nîsanê de operasyonên wê yen derveyî sînor ên li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metîna yên Herêma Kurdistanê hatin destpêkirin. Her wiha bi vê operasyonê re ji aliyê Dewleta Tirk ve li dijî Wargeha Mexmûrê û Şengalê jî êrişên hewayî pêk hatin. Di vê çarçoveyê de balafirên şer ên Tirkiyeyê di 16’ê tebaxê de sûka Şengalê bombe kirin û Fermandarê YBŞ’ê Seît Hesen û biraziyê wî Îsa Xwedêda hatin kuştin. Di 17’ê tebaxê de jî Tirkiye Nexweşxaneya Gundê Sikêniyê yê Şengalê bombe kir. Di vê êrîşê de 4 xizmetkarên tenduristiyê û 4 endamên YBŞ’ê jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn. Herî dawî di 7 û 11'ê kanûnê de jî Tirkiyeyê li dijî bajaroka Xanesorê ya Şengalê du êrişên hewayî pêk anîn. Di van êrişan de jî Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Mervan Bedel jiyana xwe ji dest da û 2 zarokên wî jî birîndar bûn.    Rojnameger Îbrahîm Êzidî ku li Şengalê dijî û geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopînê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û têkildarî mijarê nirxandin kirin.     'HEDEF VÎNA CIVAKA ÊZIDIYAN BÛ'    Rojnameger Îbrahîm Êzidî, diyar kir ku hedefa êrişên Tirkiyeyê ji kesan wêdetir rêxistinbûyîna civaka êzidî ye û wiha axivî: "Piştî lidarxistina Kongreya 4’an a Meclîsa Xweseriya Şengalê ku tevahiya pêkhateyên Şengalê beşdar bûbûn, plan û êrîşên li ser Şengalê zêde bûn û şêwazê van êrişan hatin guhertin. Dijminahiya Dewleta Tirk a li dijî êzidiyan bi vê  pêngavê hîn zêdetir bû. Dewleta Tirk dixwaze vê peyamê bide êzidiyan, 'Em ê îradeya we û gavên ku hun  ji bo azadiya xwe diavêjin bi tu awayî qebûl nekin'. Ji ber vê piştî hilbijartinên Iraqê ev erîş hin zêdetir bûn. Êzidî û Şengal bûn hedef.  Herî dawî jî ji bo ku rê liber rêxistinbûyînna êzidiyan bigirin erişî Merwan Bedel kirin. Piştî vê jî êrîşî ser Meclisa gel a Xanesorê kirin. Bi van erîşan re cardin pêvajo hate guhartin. Dewleta Tirk wê bêcudahî îradeya êzidiyan bike hedef."   'LI ŞÛNA MÎT'Ê PDK KAR DIKE'    Êzidî, bi lêv kir ku cihê pêşengên civaka êzidîji aliyê PDK'ê ve tên tespîtkirin ji Tirkiyeyê re tên ragihandin û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: "Di roja yekemîn a rojiya êzidî de Merwan Bedel şehîd xistin. Bi vê Dewleta Tirk dixwaze bibêje 'Ez dijminê olê we me'.  Ji ber wê di roja herî pîroz de erîş kirin. Ev ne rasthatineke. Dibe ku bi mehane li ser van  pêkanîna amadekarî kiribin. Ji her kesî zêdetir em rastiya Dewleta Tirk dizanin. Di her erîşeke ku pêk tînin de peymak jî didin. Bi DAIŞ'ê em tune nekirin û niha jî bi balafirên şer erîş dikin. Em dizanin van erîşan Tirkiye bi tena serê xwe pêk nayne. Eger NATO çek nedabûna Tirkiyeyê ev tişt pêk nedihat. Her wiha Koolîsyona Navneteweyî ya Dijî DAÎŞ’ê asîmanê Şengalê li ber tirkan venekiribûna îro ev erîş çênedibûn. Em dibînin ku ev planeke navnetewî ye li ser me tê meşandin. Yek ji aliyên ku dixwaze bi vê planê êzidiyan tune bike û nehêle jî PDK’ê ye. Niha li Şengalê piştgirî dide hin kesên ku van karên tirsonek dikin. Van kesan ji xwe re weke ajan dide karkirin. Ev plana PDK’ê ne ji niha ve dest pê kiriye. Dema ku vegera gel ji bo Şengalê dest pê kir hin malbat ji bo ku karê sîxurtiyê bikin bi taybet hatin hilbijartin û şandin Şengalê. Li Şengalê li şûna MÎT’ê PDK kar dike. Cihê ku MÎT xwe negehînê PDK şûna wê kar dike."   'PDK SÎXÛRTIYÊ FERZ DIKE'      Di berdewamê de Êzidî, da zanîn ku gelek malbatên welatparêz ji ber zext û gefên PDK'ê derketine derveyî welat û axaftina xwe wiha domand: "Hêzên Parastinê yên PDK’ê dema  ku êzidiyan digire gefa li wan dixwe ku derheqê pêşengên êzidî û ji kesên rêveberiya xweser de agahiyan bide wan. Dema ku agahiyek ket destê hêzên parastina PDK'ê rast e rast dikevin berdestê MÎT'ê.  Ev agahî ne vala ye. Em yek bi yek karên PDK’ê li Şengalê ji nêz ve  dişopînin. Li Şengalê gelek ciwanên êzidî yên rojnemevan di saziyên ragihandinê yên PDK’ê de ji bo debara xwe bikin kar dikirin.  Lê herî dawî PDK’ê ji van kesan xwestiye ku karê îstixbaratî ji bo wan bikin. Ev ciwan neçar mane ku dev ji kar berdin. Ji van hin kesan jî ji tirsan berê xwe dane welatên derve. Reqemên telefonê yên malbatên welatparêz ku dema DAÎŞ’ê li Şengalê şer kirina bi rêya kesên bi ser PDK’ê ve dikevina destê MÎT’ê.  Mixabin ev tişt li ber çavê Iraqê û Netewên Yekbûyî tê kirin. Lê heta niha tu lêpirsînek nehatiye destpêkirin. Kîngê êrîşek Dewleta Tirk çêbûbe Iraqê jî li Şengalê alozî derxistiye û xwestiye ku bikeve cihê di bin kontirola YBŞ’ê de."   'KESEK NIKARE RAST E RAST ERÎŞ BIKE'    Di dawiya axaftina xwe de Êzidî, destnîşan kir ku civaka êzidî li dijî her erişê amade ye û ev tişt got: "Ev êriş ne ku zirarê didin Şengalê. Ev êriş ji aliyê dijminê ezidiyan ve tên kirin û dixwazin bi van erişan êzidiyan tune bikin. Herkes dizane ku di van rojên dawî de liv û tevgera DAÎŞ’ê di aliyê Mexmûr û Kerkûkê de zêde bûne. Lê mixabin weke ku tê dîtin pêşmerge nikarin li hemberî DAIŞ’ê li ber xwe bidin. Planê DAÎŞ’ê yê li ser Şengalê têk çûne. Bi  saya YBŞ’ê,YJŞ’ê û Asayîşa Êzidîxanê tu kes nikare bi rehetî erişî Şengalê bike. Loma Tirkiye jî şûna DAÎŞ’ê êrişî êzidiyan dike. Gelê me ku buye xwedî vîn ji  her êrişeke ku bê kirin  re amadeye.  Ev yek îspata ku êzidî bûne xwedî bîrdoziyeke bi rêxistinî. Dema ku civakek bû xwedî bîrdoziyek bihêz û xwe li ser perwerde kir êdî gotina, 'Em ne amade ne'  ji wê kes û civakê re nîne. Em niha dibînin di hemû saziyên êzidiyan de bîrdozî pêşketiya ev jî dibe sedem ne Iraq, ne PDK û ne jî Tirkiye nikare rast e rast erişî êzidiyan bike. Tirsa vê bîrdoziyê di nava wan de pêşketiye û ji ber wê jî dijmin dest bi planên veşartî dike."   MA / Zeynep Dûrgût