Doza Malbata Îzol: Ji bo 12 kesan 48 car cezayê muebetê hat xwestin 2021-12-22 13:42:40   RIHA - Dozger di doza Malbata Îzol de ku 6 ferdên malbatê jiyana xwe ji dest dabûn derbarê 12 bersûcan de bi giştî 48 caran cezayê muebetê xwest.    Li gundê Çeltîka bi ser navçeya Siwêrega Rihayê ve di 25’ê hezîrana 2019’an de kurê Parlamenterê AKP’êy ê berê Zulfukar Îzol û birayên wî êrişî malbatek xizmên xwe kiribûn. Di êrişê de ji heman malbatê Zozan Îzol, hevjînê wê Hakki Îzol û Meral Îzol û Musa Serhat Îzol hatibûn kuştin. Danişîna 9’emîn a doza derbarê bûyerê de li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Aksarayê hat lidarxistin. Serhat Ferman Îzol ên girtî ji girtîgehên lê girtîbûn bi SEGBÎS’ê û Yusuf Rojhat Îzol ê ne girtî jî ji Dadgeha Siwêregê bi riya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. Bersûcên negirtî, şahid û gelek parêzer li eywana danişînê amade bûn. 8 bersûcan jî hêcet nîşan dan û beşdarî danişînê nebûn.    Mehmet Metîn Îzol di danişînê de axivî û wiha got: “Ji malbata min 4 kes hatin kuştin, ez mexdûr û bêsûc im. Ez bi neheqî têm girtin. Ez berdana xwe dixwazim.”    Yûsûf Rojhat Îzol jî beyanên xwe berê dubare kir û xwest were beraetkirin. Parêzerê Rojhat Îzol, Muhammet Guloglu xwest miwekîlê wî were beraetkirin û bersûcên negirtî tên darizandin di danişîna pêş de li dadgehê werin amadekirin.    MUTALA HAT EŞKEREKIRIN    Piştî parastinên hatin kirin dozger mutalaya xwe eşkere kir. Dozger xwest derbarê 12 bersûcan de ji sûcê “kuştina bi qestî” 48 caran cezayê muebetê were birîn.    Dozger xwest Serhat Ferman Îzol û Mehmet Metîn Îzol ên ji dozê girtî ne girtina wan berdewam bike.    DANIŞÎNA WERE YA BIRYARÊ YE    Parêzeran li hember mutalayê parastinê kirin û sûcdariyên li ser miwekîlên xwe red kirin û xwestin werin beraetkirin. Piştî navberê şandeya dadgehê biryara dewama girtina Mehmet Metîn Îzol û Serhat Ferman Îzol da û danişîna ku bê wek danişîna biryarê diyar kir û taloqî 16’ê adara 2022’yan kir.