Nobeta Edaletê di roja 37’an de ye: Em ê bigihin armanca xwe 2021-12-22 15:34:00   AMED - Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî ku di roja 37’emîn a Nobeta Edaletê de serdana malbatên girtiyan kirin, destnîşan kirin ku wê çalakî bigihe armanca xwe.    Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan, li Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 37’emîn de berdewam dike.  Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê Zeyyat Ceylan û Gulistan Atasoy, endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Jinan a Rosayê, Komeleya Wêjekarên Kurd û gelek nûnerên rêxistinên saziyên sivîl serdana çalakiyê kirin.    BERTEK NÎŞANÎ BÊEDALETIYÊ DA   Hevjîna girtiyên nexweş Siddik Guler ê li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûna Hatayê tê ragirtin, Hasîne Guler, bal kişand ku rewşa tenduristiya xizmên wan her ku diçe nebaştir dibe û wiha got: “Her roj ji girtîgehan darbest derdikevin. Em dixwazin hemû girtiyên nexweş werin berdan. Em ji bo edaletê rûniştin lê liv ir edalet tune ye.”   PEYAMA TÊKOŞÎNÊ    Hevseroka DBP’ê ya Amedê Seval Gulmez jî diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibin û wiha got: “Li girtîgehan mirov mehkumî mirinê tên kirin. Nêzîkatiya AKP’ê ya li dijî vê yekê di holê de ye. Em ê li dijî vê têkoşîna xwe bidomînin. Em bang li welatên din jî dikin. Bila guhên xwe negirin. Ev têkoşîna demokrasiyê ji bo hemû mirovahiyê pêwîst e.”   ‘WÊ HEQÎQET BIGIHE ARMANCA XWE’   Hevserokê DBP’ê Hayrettîn Altûn jî bal kişand ser têkoşîna dayikan û wiha axivî: “Dayikên me têkoşîneke bi rûmet didin. Em jî her tim li cem wan in. Ji bo heqîqetê gelek mirovan jiyana xwe ji dest da. Niha li girtîgehan ev rewş heye. Hemû 30 sal in di girtîgehan de li ber xwe didin û dayik li derve li berxwe didin. Heta ku heqîqet bigihe armanca xwe em li cem dayikan e. Em amade ne ku tişta ji destê me were bikin. Em paşve gavê naavêjin.”   ‘BILA JI GIRTÎGEHÊ DARBEST DERNEKEVIN’   Xwişka Hamdusena Ada yê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Amedê tê ragirtin, Reşahat Ada jî xwest ku girtiyên nexweş bên berdan û wiha axivî: “Bihêlin em derman bikin. Zarokên me sekneke bi rûmet nîşandan. Em jî bi wan serbilindin. Em ji bo herkesê edaletê dixwazin. Êdî bes e bila ji girtîgehê darbest dernekevin.”   ‘EM LI ZAROKÊN XWE XWEDÎ DERKEVIN’   Xwişka Abdulselam Guler ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê ragirtin, Încî Guler jî banga piştgiriyê kir û wiha got: “Înfazên girtiyan dişewitînin û wan bernadin. Destûrê nadin em tiştekî bibin hundir. Pişt re dibêjin ‘întîhar’ kiriye. Em vê qebûl nakin. Di hucreyên yek kesî de tên girtin. Ev nayê qebûl kirin. Em li zarokên xwe xwedî derkevin.”