ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2021'AN 2021-12-23 09:00:10 * Sewalvanên ku ji ber bihabûna fiyetê êm û kayê zehmetiyê dikişînin, gotin: "Me nîviyê heywanên xwe firotin. Em ên mayî bi zorê xwedî dikin."  * Nûnerên rêxistinên mafên mirovan ji bo danişîna têkildarî kuştina Denîz Poyrazê bang kirin û diyar kirin ku ev doz di warê pêşîlêgirtina polîtîkaya bêcezatiyê de girîng e.    *  Selvîcan Sumeyye Şafak a AKP'î ku wekî midûra nivîsgehê li Şaredariya Qoserê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin hatibû bicihkirin û rojekê jî neçûbû şaredariyê, rutbeya wê li ser hev du tê bilindkirin. Şafak herî dawî tayinî RTUK'ê hat kirin.    * Nûnerên partiyên siyasî ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wekî "sûcê li hemberî mirovahiyê" nirxandin, gotin: "Îqtidara AKP'ê hemû kesên ne li gor xwe tecrîd dike. DIvê xwedî li berxwedana li Îmraliyê bê derketin û têkoşîn bê bilindkirin."    * Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ji bo 3'yemîn Kongreya Asayî ku dê li Amedê bê lidarxistin bang kirin û gotin: "Ji hevalên ciwan ên dixwazin tevli kongreyê bibin, dikarin serî li avahiyên partiya me yên bajêr û navçeyan bidin."   * Endamê Sekreterya Yekitiya Mamosteyên Kurdistanê Berhem Mistefa, diyar kir ku li Herêma Kurdistanê mudaxileyî perwerdeyê tê kirin û wiha got: "Rê nadin ku mamosteyên hêja bên tayînkirin. Pêwistiya perwerdeya herêmê ne bi hîzbkirinê bi nûbûn û serbixwebûn heye."   * Girtiyan ragihand ku li Girtîgeha Sîlîvrî ya Jimare 3 a Tîpa L'yê girtî bi îşkence û muameleyên xirab re rû bi rû dimînin û gotin dê berxwedana wan a li dijî çewisandinan bidome.    * Zîhniyeta ku temenê Erdal Eren mezin kir û wî bidarve kir piştî 28 salan vê carê temenê Bager Sayak mezin kir û cezayê girankirî yê heta hetayê lê birî û mafê wî yê “hêviyê” ji destê hat girtin.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 290'emîn berdewam kir.    * Danişîna Doza KCK'ê ya ku parlamenterên HDP'ê Tayîp Temel û Pero Dundar jî di nav de 36 kesên ku piştî cezayê wan hat xerakirin û tên darizandin wê li Dadgeha Amedê bê lidarxistin. (09.00)   * Danişîna polîs Î.A. ku bi maşîneya zirxî li Efe Tektekîn qeliband û ew kuşt wê li Dadgeha Amedê were lidarxistin. (10.00)   * Danişîna 8'emîn a Doza Kobanê wê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Şaxên ÎHD'ê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û rewşa girtîgehan wê seranserî rojê nobeda "Em jiyanê diparêzin" bigirin. (10.00- 21.00)   * Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay wê li navenda partiya xwe daxuyanî bide. (11.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Mêrsînê wê têkildarî kongreya xwe li avahiya xwe daxuyanî bide. (11.00)   * Danişîna Hevgerînendeya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Eren Keskîn û Midûra Karên Nivîsan a rojnameyê Reyhan Çapan wê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê bê lidarxistin. (11.40)   * Nobeda edaletê ya malbatên girtiyan wê li Amed û Wanê berdewam bike. (13.00-16.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Amedê wê li navçeya Farqînê hevdîtina gel pêk bîne. (14.00)   * Platforma Saziyên Demokratîk wê derbarê girtiyên nexweş de li Meydana Tunel a Taksîmê daxuyanî bide çapemeniyê. (16.00)