Li Bakur berf dibare 2021-12-23 11:15:17   AMED - Berfa ku çend roj in li bajarên Bakûrê Kurdistanê dibare deverên bilind spî kir.    Berf û barana ku hefteyeke li bajarên bakurê Kurdistanê dibare deverên bilind spî kir. Ta payîn ku sibê jî li navçeyên Qileban û Elkê û navçeyên Dihê û Berwariyê yên Sêrtê berf û baran bi hev re bibare. Ji ber hewaya sar di saetên şevê û serê sibehê de qerisandin çêdibe û tê payîn ku li hin deveran jî mij bikeve.   Li aliyê rêyên gelek gund û bajran jî ji ber barîna berfê hatine girtin. Rêya Mûş, Pasûs û Amedê ku di 21'ê kanûnê de hatibû girtin ji aliyê tîmên Rêya Bejahî ve ji trafîqê re hat vekirin