Malbata Şenyaşar: Edalet di bin serweriya zaliman de ye 2021-12-23 12:01:21   RIHA - Malbata Şenyaşar a ku di roja 290’î de têkoşîna edaletê didomîne got: “Edalet di bin serweriya zaliman de ye.”    Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ên sê ferdên malbata xwe di êrişa xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin, nobeda xwe ya edaletê ji 9’ê Adarê ve berdewam dikin. Malbat vê sibehê jî ji navçeyaPirsûsê hat ber Edliyeya Rihayê û di roja 290’î de nobeda edaletê dan destpêkirin.    Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal vê peyamê belav kir: “Dînê dewletê edalet e. Dîn niha wek malzemeya siyasî tê bikaranîn. Edalet jî di bin serweriya zaliman de ye. Deriyê edliyeyê ji kesên bi hêz re vekirî ye. Dayê 209 roj in li ber deriyê edliyeyê li benda mucîzekê ye.”