Di doza Efe Tektekîn de ji ATK’ê raporek nû hat xwestin 2021-12-23 12:32:13 AMED - Dadgehê di danişîna doza Efe Tektekîn de yê di bin maşîneya zirxî ya polîsan de ma û jiyana xwe ji dest da, xwest ATK raporek nû amade bike. Li ser cadeya Emekê ya navçeya Rezana Amedê di 11’ê îlona 2019’an de polîs Î.A. maşîneya zirxî li Efe Tektekîn ê 5 salî qeliband û bû sedemê mirina wî. Derbarê Î.A. de ji sûcê “bûye sedemê mirina bi qestî” doz hat vekirin. Danişîna 7’emîn a dozê li 9’emîn Dadgeha Asliye ya Amedê hat lidarxistin. Parêzerên malbatê û parêzerê bersûc beşdarî danişînê bûn.    DAXWAZA RAPOREK NÛ KIRIN    Parêzerê malbata Tektekîn, Mustafa Aydin di danişînê de axivî û got ew rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) xisûsên elenyên (aleyhe) hatine nivîsandin qebûl nakin û wan ji şandeyek serbixwe ya pispor rapor wergirtine û pêşkêşî dadgehê kirine. Aydin daxwaza dema zêde kir.    Parêzerê malbatê Omer Sasarkan jî anî ziman ku ATK’ê raporê di çarçoveya beyanên bersûc de amade kiriye û ew dixwazin ATK raporek nû amade bike.    Parêzerê bersûc xwest ku daxwaza dema zêde ya parêzerên malbata Tektekîn were redkirin.    Dozger di mutalaya xwe de xwest ku dosye ji nû ve bişînin ATK’a Stenbolê û raporek pêvek were wergirtin.    Dadgehê xwest dosye ji bo ATK’ê were şandin û şandeya pispor ku hatiye berfirehkirin raporek nû amade bike û danişînek din taloqî 24’ê adara 2022’yan kir.