ÎHD'ê nobeta 'Em jiyanê diparêzin' da destpêkirin 2021-12-23 15:46:46   NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD'ê ji bo balê bikişîne ser mirinên ku li girtîgehan zêde bûne û girtiyên nexweş di mafê xwegihandina tenduristiyê de pirsgirêkan dijîn, li 30 bajaran dest bi nobeta "Em jiyanê diparêzin" kirin.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bi armanca ku balê bikişîne ser mirinên ku di demên dawîn de li girtîgehan zêde bûne û pirsgirêkên ku girtiyên nexweş di mafê xwegihandina tenduristiyê de dijîn, li 30 bajarên lê nûnertiyên wê hene dest bi nobeta "Em jiyanê diparêzin" kirin. Çalakiya ku bi ziyaretan tê destekkirin wê saet di 21.00'an de bi dawî bibe.   Nobeta li Şaxa ÎHD'ê ya Enqerê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû dest pê kir. Di nobetê de pankarta "Em jiyanê diparêzin, bila girtiyên nexweş bên berdan" hat vekirin. Di nobetê de Turkdogan û Gergerlîoglû axaftin kirin û destnîşan kirin ku mafê tenduristiyê yê girtiyên nexweş tê astengkirin û li dijî wan hiqûqa dijminatiyê tê pêkanîn.   Her wiha li bajarên din jî ku li wan nobet hat destpêkirin têkildarî mijarê daxuyaniyên çapemeniyê hatin dayîn. Li hemû tevahiya bajaran parlamenterên HDP'ê, xizmên girtiyên nexweş, nûnerên komeleyên piştevaniya malbatên girtî û hikumxwaran û gelek rêxistinên sivîl jî piştgiriya nobetê dikin.    Çend bajarên ku çalakî li wan hatiye destpêkirin wiha ne; Enqere, Amed, Îzmîr, Mêrdîn, Wan, Colemêrg, Edene, Îzmîr, Hatay, Antalya, Mersîn,