Li Şirnexê rêvebera HDP’ê hat girtin 2021-12-23 16:56:31   ŞIRNEX - Rêvebera HDP’ê Zozan Aksû ya ku ji bo îfade bide polîsan hatibû binçavkirin, hat girtin.    Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû li Desteya Giştî ya Meclîsê HDP’ê kiribû hedef û piştî vê hedefnîşandanê li navenda Şirnexê û navçeyên wê Silopiya û Cizîrê serdegirtinên malan dest pê kirin. Di 17 û 19’ê kanûnê de polîsan bi ser malan de girtibû û 33 kesan binçav kiribûn.    Rêvebera HDP’ê Zozan Aksû di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de roja 20’ê kanûnê çû Midûriyeta Polîsan a Şirnexê û xwest îfade bide. Polîsan ew binçv kir û îro birin edliyeyê. Dozger bi daxwaza girtinê sewqî cem dadger kir û dadger biryara girtina Aksû da û wê şandin Girtîgeha Şirnexê.    Bi girtina Aksû re hejmara kesên di çarçoveya dosyeya Tahîr Guven ê AKP’yî ku hatibû kuştin de derket 20’an.