ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2021'AN 2021-12-24 09:00:10 * Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan derbarê krîza aborî de 9 xal tespît û pêşniyaz kiribûn û gotibû çavkaniya bingehîn a krîzê îqtidar e.  * Di 28'ê Kanûnê de bi balafirên şer 34 kes hatin qetilkirin. Wê şevê piştî dengên balafiran ên erd û asîman hejandin, li Roboskiyê tenê malên vala man. Ji malbata Alma ku 20 ferdên wê hebûn, tenê dê û bav mane û gotin: "Hemû zarokên me çûn, tenê em di vê gorê de man."    * Rojnameger Cengîz Dogan ku li Girtîgeha Şakranê girtî ye ji DFG'ê re nameyek şand û binpekirinên mafan ên li girtîgehê ragihand. Dogan, diyar kir ku 3 cezayên dîsiplînê lê birîne, înfaza wî şewitandine û berdana wî ji sala 2023'an taloqî 2028'an kirine.    * Stenboliyan ku diyar kirin ji ber krîza aborî nikarin debara xwe bikin gotin: "Helbet wê rojekê gel dakeve kuçeyan û şemaqê li nav guhê dewletê bixe."    * Serokê Genel-Îş'ê yê Şaxa Mêrsînê Kemal Goksoy, anî ziman ku meaşê kêm piştî ku hat diyarkirin bi zemên hatin kirin heliya. Goksoy, destnîşan kir ku divê îqtidar polîtîkayeke ne ehlê patronan ehlê gel esas bigire.    * Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Coşkûn Ustercî, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Tiştekî bê gotin nemaye. Ji lew re hiqûqa navneteweyî îzolasyonê wekî îşkenceyê pênase dike."   * Hevşaredarê Kampa Mexmûrê Bedran Pîranî ku êrişên DAIŞ'ê yên li Herêma Kurdistana Federe nirxandin got: "Unsûrên herî girîng ên DAIŞ'ê xwedî dikin Tirkiye û PDK ne."    * Di lêpirsîna têkildarî 45 penaberên ku eskeran ew avêtibûn Çemê Merîçê de biryara neşopandinê hat dayîn. Biryar bêyî ku îfadeya şahidan û eskeran bê girtin hat dayîn.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 291’an de berdewam bike.    * Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran wê li avahiya HDP'a Amedê derbarê rojeva jinan de civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên ku li Amedê û Wanê dane destpêkirin wê berdewam bike. (13.00-16.00)