Pîrani: Ên DAIŞ'ê xwedî dikin Tirkiye û PDK ne 2021-12-24 09:14:33 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevşaredarê Kampa Mexmûrê Bedran Pîranî ku êrişên DAIŞ'ê yên li Herêma Kurdistana Federe nirxandin got: "Unsûrên herî girîng ên DAIŞ'ê xwedî dikin Tirkiye û PDK ne."  Li Herêma Kurdistana Federe di demên dawî de êrişên DAIŞ'ê zêde bûne. Di êrişên li KErkûk, Diyala, Selahdddîn, Mûsil û Silêmaniyê hatin kirin de herî kêm 22 pêşmerge û gelek sivîl jiyana xwe ji dest dan û gund hatin valakirin. DAIŞ ku li Mûsilê li Çiyayê Qereçoxê gelek deveran xistiye bin kontrola xwe, gelên herêmê diqilqilîne.    Welatiyên li Kampa Mexmûrê jî ji ber êrişên DAIŞ'ê yên li navçeya Mexmûrê kirin diqilqile. Hevşaredarê Kampa Mexmûrê Bedran Pîranî êrişên DAIŞ'ê yên li Herêma Kurdistana Federe nirxandin. Pîranî, destnîşan kir ku sedema jinûve mezinbûna DAIŞ'ê ji ber kêmasiyên hikûmeta Iraqê û Hêzên Koalîsyonê ye.    PIŞTGIRIYA TIRKIYEYÊ YA JI BO DAIŞ'Ê   Pîranî, destnîşan kir ku hin dewletên ku di nav Hêzên Koalîsyona Navneteweyî de ne ji ber ku çavê wan li dewlemendiyên binerd û sererd ên Herêma Kurdistana Federe ne naxwazin DAIŞ ji binî de biqede û li hemberî wê jî têkoşîneke baş nakin. Pîranî, anî ziman ku tevî Hêzên Koalîsyonê Tirkiye û PDK jî piştgiriya DAIŞ'ê dikin û got: "Li pişt me Çiyayê Qereçoxê heye. Li vê herêmê hêzên PDK'ê hene. DAIŞ bi qasî 100-200 metre dûrî hêzên PDK'ê ye û li ber çavê wan e. Lê ev hêz ji bo vê xwe li nedîtinê datînin. Dibin sedem ku DAIŞ li herêmê xurt bibe. Kesên xwe li nedîtinê datînin çawa hiştin ku DAIŞ di sala 2014'an de xurt bibe, niha jî dixwazin heman tiştî bikin. Ûnsûrên herî girîng ên ku niha DAIŞ'ê xwedî dikin Tirkiye û PDK ne. Hêzên Koalîsyonê jî li gor berjewendiyên xwe hereket dikin."    HAYA PDK'Ê JÊ HEYE   Pîranî, bibîr xist ku êrişên DAIŞ'ê li derdora Kampa MExmûrê hatine kirin û got: "Êriş li deverên di bin kontrola PDK'ê de tên kirin. Bi dehan pêşmerge û sivîl hatin qetilkirin û gelek gund hatin valakirin. Berpirsê vê PDK ye. DAIŞ, çalakiyên xwe yên dawî bêyî PDK'ê nake. Ji lew re di vê êrişê de berjewendiyên PDK'ê jî hene.Dê êrişên DAIŞ'Ê zêde bibin. PDK, ji bo berjewendiyên xwe dixwaze herêmm bê valakirin û DAIŞ xurt bibe. Ev yek bandorê li kampa me jî dike. Em divê ji bo ewlehiyê tim amade bin."   BERPIRSIYARIYA KOALÎSYONÊ   Pîranî bang li hikûmeta Iraqê û Hêzên Koalîsyonê kir ku berpirsiyariyên xwe bînin cî û got: "Hikûmeta Iraqê divê xwedî li berprisiyariyên xwe derkeve. Divê li hemberî piştgiriya Tirkiyeyê û PDK'ê ya ji bo DAIŞ'ê bêdeng nemîne. Hêzên navêeteweyî jî divê berpirsiyariyên xwe bînin cî. Ji ber ku KAmpa MExmûrê di statuya penaberan a navenetweyî de ye berpirsiyariya wê jî aydê hêzên navneteweyî ye. Hêzên navneteweyî divê Kampa Mexmûrê li ber êrişên Tirkiyeyê û DAIŞ'ê biparêze. Ji ber ku qada hewayî ya Iraqê di dest hêzên koalîsyonê de ye, bi taybetî divê wê li ber êrişên hewayî yên Tirkiyeyê biparêze." MA / Omer Akin