Bêyî ku kiryar û winda bên dîtin dosyeya Çemê Merîçê hat girtin 2021-12-24 09:36:29 STENBOL - Di lêpirsîna têkildarî 45 penaberên ku eskeran ew avêtibûn Çemê Merîçê de biryara neşopandinê hat dayîn. Biryar bêyî ku îfadeya şahidan û eskeran bê girtin hat dayîn.  150 penaberên ku gava çûbûn Yewnûnîstanê û hatibûn girtin û di 23'yê Tebaxê de radestî Tirkiyeyê hatibûn kirin, eskeran 45 kes ji wan bi fermana fermandarê cendirmeyan avêtibûn Çemê Merîçê. Piştî vê penaberê sûriyeyî Sad El Dellî serî li Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê dabû û têkildarî bûyerê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîbû û ragihandibû ku eskeran zarokên di ser 10 salan re jî di nav de 45 kes avêtine Çemê Merîçê.   Her wiha penaberekî din ê ku ji ber ewlehiyê nexwestibû navê xwe eşkere bike û gotibû wî jî avêtine çem, ragihandibû ku penaberekî afxanistanî ku ji bo esker wî navêjin çem reviyabû û gava reviyaye eskeran ji paş de berdaye wî û ew avêtine nava çem.   FERMANA 'BERA SERÎ BIDIN'   Penaberekî din ku bi çavê xwe bûye şahidê wê bûyerê jî bi MA'yê re axivîbû. Penaberê sûriyeyî ragihandibû ku eskeran ewilî penaberekî ji Tûnûsê avêtine çemd û fermandarê eskeran gotiye, "Hemûyan bavêjin nava çem, bila biçin Yewnanîstanê. Ê ku naxwaze biçe jî bera serê wan bidin."    Heman şahid dabû zanîn ku tevî wî tevî 6 kesan avêtine nava çem û Mûhammed Îsmaîlê 28 salî û Mûhammed El Alî winda bûne.    DU LÊPIRSÎN   Piştî ku Abdûlkerîm El Alî û Sad El Dellî û parêzerên OHD'î serî li serdozgeriyên komarê yên Edîrne û Ûzûnkopruyê dabûn, du lêpirsîn hatibûn destpêkirin.    BERPIRS QEREQOLA SAÇLIMUSELLÎM   Di lêpirsîna ku bi îdiaya "bi awayekî xirab bikaranîna peywirê" de tevî penaberan hatibû tespîtkirin ku cihê ku eskeran penaber ew avêtine çem gundê Sigirciliyê ye û berpirsê vê herêmê jî Qereqola Saçlimusllîmê ye.   ÎFADEYA ESKERAN NEHAT GIRTIN   Çendî berpirsl qereqol bûye jî, lê di lêpirsîna hat vekirin de îfadey6a esker û fermandaran nehat girtin.    TENÊ ÎFADEYA DU MEXDÛRAN HAT GIRTIN   Ji daxwaznameyên ku parêzeran çêkirin û tê de îfadeya 6 mexdûran hebûne, tenê 4 jê daxilî nav lêpirsînê hatine kirin. Di dosyeya lêpirsînê de navê şahidan heye, lê îfadeya şahid MEhdî Dawidî û Yûsûf Elkellas Elhalebî nehat girtin.    ÎFADE TEVLIHEV BÛN   Penaberên ku şahidê bûyerê bûn daxilî nav dosyeya lêpirsînê nehatin kirin û wekî şahid ne hatin guhdarkirin ne jî hatin vekolandin. Dozgerê ku beyanên mexdûran esas negirt û beyanên ku parêzeran berpêşî dosyeyê kiribûn jî wekî îfadeyên El Alî û El Dellî esas girtin. Dozger tevî vê şaşiya xwe jî derpêş kir ku îfadeya El Alî û El Dellî ya li dozgeriyê û beyanên ku parêzeran daxilî nav dosyeyê kirine li hev dernayên.    DOSYEYÊ GIRT   Dozgeriyê di biryara xwe de derpêş kir ku îdiayên tên gotin razber in û ji bo dozê qîm nakin. Dozgeriyê bi biryar neşopandinê dosyeya lêpirsînê girt.    NAKOKIYA DI NAVBERA DOZGERAN DE   Di lêpirsîna ku ji ber "îşkenceyê" ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edîrneyê ve hat çêkirin jî, hat îdiakirin ku cihê bûyer lê çêbûye qadeke pir mezin e. Lê belê di lêpirsîne ewil de hatibû diyarkirin ku qada ku bûyer lê çêbûye gundê Sigirciliyê ye û berpirsê vê herêmê jî Qereqola Saêlimusellîm e.    Çendî cih diyar e jî dozgeriyê derpêş kiriye ku ji ber ku li vê herêmê hejmara eskeran gelekî zêde ye tespîtkirina gumanbaran ne pêkan e û ji bo windabûna Mûhammed Al Alî û Mûhammed Îsmaîl jî delîl tune ne û bi vî awayî biryara neşopandinê da.    MA / Mehmet Aslan