Malbata Şenyaşar: Edalet tune be nan jî tune ye 2021-12-24 11:28:54   RIHA - Malbata Şenyaşar a ku nobeda xwe ya edaletê didomîne wiha got: “Kesên ji vê zilmê re bêdeng dimînin, wê her kes winda bike. Edalet tune be nan jî tune ye.”    Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ku sê ferdên mala xwe li navçeya Pirsûsa Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de di êrişa AKP’iyan de winda kirin, ji 9’ê Adarê ve li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza edaletê Nobeda Edaletê didomînin. Malbat vê sibehê jî ji navçeya Pirsûsê berê xwe da navenda Rihayê û hat ber Edliyeyê û li quncikê xwe yê edaletê dest bi nobedê kir.    ‘EDALET NEBE NAN JÎ TUNE YE’    Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan û Yekîtiya Baroayên Tirkiyê (TBB) etkîket kir û vê peyamê belav kir: “Nobeda dayikek li ber Qesra Edaletê ya Rihayê, teraziya edaletê ya vî welatî ye. Bila Serokkomar derkeve û bêje têkildarî qetliyama li nexweşxaneyê min xapandin e. Bila li ser darazê zext rabin Kesên ji vê zilmê re bêdeng dimînin, wê her kes winda bike. Edalet tune be nan jî tune ye.”