Ji nobeta ‘Em jiyanê diparêzin’ bang kirin: Girtiyên nexweş berdin 2021-12-24 12:36:55   ENQERE - Partiyên siyasî, sendîka, saziyên sivîl ên civakî ku serdana çalakiya nobetê ya “Em jiyanê diparêzin” a ÎHD'ê kirin, xwestin girtiyên nexweş bên berdan.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo balê bikişîne ser mirinên girtîgehan ên di demên dawî de zêdebûn û pirsgirêkên ku girtiyên nexweş di gihiştina mafên xwe yên tenduristiyê de dijîn, li 30 bajarên ku şax û nûnertiyên wê lê hene çalakiya nobetê ya “Em jiyanê diparêzin” pêk anî. Gelek nûnerên sazî, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî serdana nobeta li Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê jî kirin. Em bi kesên ku serdana çalakiya nobetê ya “Em jiyanê diparêzin” kirin re polîtîkayên girtîgehan ên Tirkiyeyê û pirsgirêkên ku girtî dijîn axivîn.    Hevberdevkê Meclîsa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ê Enqereyê Fîkret Çaglayan diyar kir ku hikumet hewl dide bi girtîgehan rejîma xwe bide avakirin û ev yek jî li girtîgehan rê li ber mirinan vedike. Çaglayan, dazanîn ku kesên li Tirkiyeyê di nav mûxalefeta civakî de cih digirin bi rastiya girtîgehan re rû bir û ne û wiha got: “Dema ku sîstem hewl dide rejîma xwe ji girtîgehan ava bike, li her derê konsepta zext û tundiyê dewam dike. Zext û tecrîda li girtîgehan kûrtir dibe. Dema ku em bi nûçeyên binçavkirinê hişyar dibin, êdî dibînin ku kî li girtîgehê jiyana xwe ji dest daye û hatiye kuştin.”    ‘DIVÊ EM BELAV BIKIN’   Çaglayan, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê belavî hemû girtîgehan bûye û xwest ku berxwedan li dijî tecrîdê di rojevê de were hiştin. Çaglayan, bal kişand ser girîngiya çalakiya nobeta ÎHD’ê û wiha axivî: “Divê em nobetê weke destpêkekê qebûl bikin. Em ê weke HDK tevkariya li vê pêvajoyê berdewam bikin.”   ‘DIVÊ EM LI DIJÎ GIRTÎGEHAN HESTIYAR BIN’   Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Çandinî û Daristanê (TARIM ORKAM-SEN) Ahmet Keleş diyar kir ku ji bo li Tirkiyeyê behsa demokrasiyê were kirin divê ewilî polîtîkayên di girtîgehan de tên pêkanîn werin şikandin û wiha got: “Divê mirov hêzê bide çalakiya ÎHD’ê daye destpêkirin. Divê em li dijî girtîgehan hestiyartir bin.”   ‘DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN’   Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî yê Partiya Ji Nû ve Avakirina Sosyalîst (SYKP) Halît Elçî jî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha axivî: “Şertên girtîgehên Tirkiyeyê gelek zor in, girtî tam bi hiqûqa dijminatiyê re rûbirû ne. Ji mercên xwe yên tenduristiyê heta mercên xwe yên jiyanê heta helwesta girtîgehan, di nava şert û mercên gelekî giran de dijîn. Nahêlin girtiyên nexweş rojên xwe yên dawî bi malbatên xwe re bin. Ev pêkanîneke faşîzan e û derveyî mirovahiyê ye. Peywîreke ku hemû rêxistinên girseyî yên demokratîk û sosyalist li dijî vê derkevin. Em dixwazin girtiyên nexweş demildest berdin.”   ‘JI GIRTIYÊN NEXWEŞ RE AZADÎ’   Hevserokê HDP’ê yê Enqereyê Vezîr Coşkûn jî wiha got: “Girtîgeh yek ji wan deveran e ku binpêkirina mafan lê pêk tê. Ev binpêkirinên mafan piştî zagona înfazê ya ji Meclîsê derbas bû hê jî zêde dibin. Di serdema dawî de gelek girtiyên siyasî li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Dermanên wan nehatin dayîn û ji ber ku mafê wan ê tenduristî û dermankirinê hate redkirin jiyana xwe ji dest dan. Divê mirov li çalakiya “Em jiyanê diparêzin” xwedî derkevin. Girtiyên nexweş nikarin li girtîgehên Tirkiyeyê bijîn, ji ber vê yekê em ji girtiyên nexweş re dibêjin azadî.”   ‘DESTHILAT TU GAVAN NAAVÊJE’   Hevserokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) Husnu Yildirim diyar kir ku hikûmetê derbarê girtiyên nexweş de tu gav neavêtiye û wiha got: “Em ê ji bo azadiya girtiyên nexweş rêxistinbûna xwe bidomînin. Desthilat di mijara şopandin, sererastkirina şertên jiyanê û rewşa girtiyên nexweş de tu gavan naavêje. Bi hêceta Kovîd-19’ê qadên jiyanî bi temamî ji holê tên rakirin. Em bi rêxistinên ked û tenduristiyê pêvajoyê dişopînin. Em ê serdemeke ku girtî bikaribin azad bijîn û rêxistin bikin.”