Di êrişa çekdarî ya li dibistanê de kesek birîndar bû 2021-12-24 14:00:00   AMED - Li Lîseya Anadolû ya Fatîh a navçeya Bismilê, xwendekara bi navê R.D. di êrişa çekdarî de birîndar bû.    Xwendekara bi navê R.D. ku di pola 11’emîn a Lîseya Anadolû ya Fatîh a gundê Ûlûturk ê girêdayî navçeya Bismila Amedê ye, di encama êrişa çekdarî de giran birîndar bû. Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin R.D. di dersê de destûr ji mamosteyê xwe girt û çû lavaboyê. Di vê navberê de dengê çekê tê bihîstin. Li ser vê yekê mamoste û xwendekar ên derketin derve, R.D. bi awayekî giran birîndarbûyî dîtin. R.D. yê giran birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê. Hat îdiakirin ku R.D. ji aliyê xizmekî xwe yê hatiye dibistanê ve hatiye birîndar kirin.    Polîsên ku hatin dibistanê, têkildarî bûyerê lêpirsîn dan destpêkirin.