Girtiyen Girtîgeha Tekîrdagê: Ewlehiya canê me tune ye 2021-12-24 15:30:23   ENQERE - Parêzerên ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tekîrdagê bi girtiyan re hevdîtin kirin, diyar kir ku girtî ji ewlehiya canê xwe fikaran dikin û serlêdanên wan ên vê derbarê de bêbersiv dimînin.   Girtî Vedat Erkmen ku di 19'ê kanûnê de li Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa F a Têkîrdagê jiyana xwe ji dest da. Rêveberiye angaşt kiribû ku Erkmen întihar kiriye û dawî li jiyana xwe aniye. Lê hem malbata Erkmen hem jî hevalên Erkmen ên girtî li dijî vê angaşta rêveberiya girtîgehê derketin û gotin ku Erkmen întihar nekiriye. Li ser vê parezer çûbûn girtîgehê û bi girtiyan re hevdîtin pêk anîbûn.    BINPÊKIRINAN JI PARÊZERAN RE RAGIHANDIBÛN   Girtiyan ji parêzeran re ragihand ku Erkmen întihar nekiriye, li ser wan gelek zext hene û ev agahî dabûn: "Bêyî daxwaza me hucreyên hatine guhertin. Hucreyên me kirinê bi qefesên têl ser wan girtine. Qalorîferên van hucreyan naxebitin. Di vekirin û girtina paceyan de zehmetî dikişînin, kûnên ji bo derketina avê xitimandî ne. Mirov nikare li hucreyan bijî. Dibe ku em jî pêvajoyeke mîna ya Vedat Erkmen bijîn. Heke derbarê me de angaşteke mîna întiharê bê gotin bawer nekin. Em dixwazin bê zanîn ku tu çalakî nekirine û niyeteke me ya mîna çalakiya întiharê tune ye. Em di vê mijarê de bifikar in û ewlehiya canê me tune ye."   DAXWAZA LÊKOLÎINÊ KIRIN   Parlamenterên HDP'ê mijarên birin meclisê û daxwaz kirin ku têkildarî mijarê lêkolîn bên kirin û ji aliyê rayedaran ve daxuyanî bên dayîn. Di vê çarçoveyê de parlamenterên HDP'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Remziye Tosûn, Serpîl Kemalbay, Dilşat Canbaz Kaya, Şevîn Coşkûn, Huseyîn Kaçmaz, Pero Dundar, derbarê van binpêkirinên mafan ên li girtîgeha Tekîrdagê serî li Serokatiya Komîsyona Lêkolînên Mafê Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) dan. Parlamenteran, daxwaz kir ku binpêkirinên mafên mirovan di cih bên lêkolînkirin, komîsyon girtiyên bi parêzeran re hevdîtin kirine re bikeve têkiliyê û bûyeran ji wan bibihîze û ji bo pêşîgirtina binpêkirinên mafên jiyanê bi Wezaret û saziyên eleqedar re bi lev hevdîtin bê kirin.    Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Abdûllah Koç jî têkildarî mijarê pêşnume lêkolînekê da Serokatiya Meclisê û xwest mijar ji aliyê meclisê ve bê lêkolîn.    Her wiha Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî têkildarî mijrê bi daxwaza ku Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul bibersivîne pêşnemepirsekê da Serokatiya Meclisê.