Di Nobeta Edaletê de banga têkoşîna hevpar hat kirin 2021-12-24 16:45:31   AMED - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran a di roja 39’emîn a Nobeta Edaletê de serdana malbatên girtiyan kir, diyar kir ku tu bendewariyên wan ji desthilatê nînin û ji bo pêkanîna edaletê banga têkoşîna hevpar li muxalefeta demokratîk kir.    Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan hatine şewitandin û nayên berdan li avahiya Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 39’emîn de berdewam dike. Îro Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran û endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê serdana nobetê kir.    Başaran a di serdanê de axivî, diyar kir ku desthilat dijminatiyê li temamî civakê, jinan û kurdan dike û wiha got: “Dixwazin bi polîtîkayên dijminatiyê bi ser kevin. Ji ber vê yekê bi ser me de tên. Dem tecrîdê giran dike, girtiyan tecrîd dike û tedawiya wan nayê kirin. Ev pratîka desthilatê ne nû ye, di sala 1982’yan de li Zindana Amedê jî heman tişt hat kirin. Niha jî dixwazin heman siyasetê bimeşînin.”   ‘TU DAXWAZÊN ME JI DESTHILATÊ NÎNIN’   Başaran, bal kişand ser daxwazên edaletê yên li Tirkiyeyê belav dibin û wiha berdewam kir: “Li Tirkiyeyê êdî edalet nemaye. Qesir hene lê edalet tune ne. Dayik di demekî dirêje li edaletê digerin. Îro jî dayik li vir li edaletê digerin. Dayikên Şemiyê li Stenbolê, Dayikên Aştiyê bi salan e li edaletê digerin. Ez bawer im wê lêgerîna me ya edaletê bigihe armancekê. Ji ber vê yekê pêwistî bi wijdana civakê heye. Heke desthilat tu gavan naavêje, tu daxwaza me ji desthilatê nîne.”   ‘HEMÛ MIRINÊN BIGUMAN Û KOMKUJÎ NE’   Başaran, destnîşan kir ku niha siyaseteke her roj tecrîdê kurtir dike tê meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mirinên di meheke dawî de pêk hatin nîşaneya vê siyasetê ne. Di meha dawî de li girtîgehên di bin kontrola Wezareta Dadê de 7 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Du ji wan mirinên biguman bûn lê li cem me hemû mirinên bigumanin û komkujî ne. Ji ber ku ew mirin û cînayet li ber çavan pêk hatin.”   BANGA HEVKARKIRINA TÊKOŞÎNÊ    Başaran, dazanîn ku baş tê zanîn ku kî ji mirinên li girtîgehan pêk tên berpirsyar e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bendemayînek û bangeke me ji desthilatê çênebû, îro jî çênabe. Îro dayikên me yên ku ji bo edaletê têdikoşin, banga Emîne Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê, ya Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê ji bo wijdana civakê û muxalefeta demokratîk a civakê bi xwe ye. Peywîra me ye ku em îro bi hev re bin, bi hev re têbikoşîn, edaletê bi dest bixin. Ji ber ku desthilat bi nefret, zor, netewperestî û mîlîtarîzmê li ser piya disekine. Peywîra me ya bingehîn hevkarkirina têkoşînê ye.”   Fevziye Kolakan a du kurên wê girtî ne jî bi lêv kir ku ji bo aştiyeke bi rûmet û berdana girtiyên nexweş çalakiya nobetê dane destpêkirin û dazanîn ku heke girtiyên nexweş bimirin jî bila di hembêza dayikên xwe de bimirin. Kolakan, xwest ku girtiyên nexweş bên berdan û diyar kir ku bi biryar in heta encam bigire çalakiya xwe bidomînin.    Xwişka Abdulselam Guler ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê ragirtin, Încî Guler jî bang li malbatên girtiyan kir ku tevlî nobetê bibin.