Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Armanca me avakirina Komara Demokratîk e 2021-12-25 09:07:20 STENBOL - Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek, diyar kir ku di sedsala duyemîn a komarê de armanca avakirina Komara Demokratîk danîne ber xwe û got: "Em dixwazin di vê sedsalê de bi ser bikevin. Em mecbûr in ji bo serkeftinê mezin bifikirin. Em mezin bifikirin, em mezin ava bikin û bi awayekî mezin bi ser bikevin." Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, geşedanên siyasî û pêketinên civakî yên sala 2021'ê û heyama nû nirxand.    Çîçek, rewşa heyî ya Tirkiyeyê wekî di navbera "mirin û welidandinê" de pênase kir. Li gor Çîçek, îqtidara heyî diperpite û li hemberî wê jî xwesteka peydakirina "nûbûnê" û afirandina wê ya muxalefeta civakî jî li ber vejînê ye. Çîçek got: "A rast, gava em lê mêze dikin ya kevn diperpite, lê namire. A nû jî dixwaze biwelide, lê nawelide. Em di navbereke ku ne dimire ne jî diwelide de ne."      KRÎZÊN PIRALÎ Û SEDEMÊN WÊ   Hevbdervekê HDK'ê Çîçek, anî ziman ku li Tirkiyeyê krîzeke piralî heye û got: "Ev krîza heyî çendî wekî krîzeke aborî bê berçavkirin jî, lê tiştekî pir zelal heye; li Tirkiye ji roja komar hatiye avakirin heya niha, yanî nêzî sed sal in krîzeke siyasî heye. Ji ber ku pergal li gor heqîqeta vê erdnîgariyê nehatiye avakirin krîzeke ku tim xwe dubare dike heye."    Çîçek, destnîşan kir ku ji bo vê krîza piralî divê mirov li ser serdema AKP'ê jî bisekine û ji bo vê jî got: "AKP, xwe li ser rexnekirina vê rewşa krîzan kir îqtidar. Lê gava bû îkqtidar krîzine din li vê rewşê bar kir. Em bi dîktatrouya yekzilamî, bi rejîmeke îslamî re rû bi rû man. Ên li ber vê rabûn, ên vê rewşê rast nedîtin, serhildana xwe, berxwedana xwe û têkoşîna xwe rêxistin dikin. A rast ev halê têkoşînê bi xwe jî krîzê zînde dike, lê wekî me got serdema AKP'ê ya 20 salî teqabulî gelek tiştan dike."    Çîçek, bilêv kir ku divê serdema AKP'ê bi awayekî taybet bê xwendin, bê pênasekirin û rê û rêbazên têkoşînê jî li gor vê xwendin û pênasekirinê bên avakirin.    Çîçek, destnîşan kir ku dê hemû nêzîkatiyên ku demokratîkbûyîna civakî paşguh bikin, bibin berpirsê vê krîzê û got: "A rast kesên Rêya Sêyem ku em HDK û HDP wê esas digirin paşguh bikin, kesên demokrasî, azadî û wekheviyê esas negirin, kesên li ser tevna wê ya civakî hûr nebin, kesên ji bo meseleya kurdî, meseleya elewiyan, karker û jinan li ser çareseriyeke demokratîk û li ser asasê wkeheviyê tevnegere xwe bike îqtidar jî û dixwazî bibe çi jî dê wekî musebîbê vê krîzê navê xwe li nav rûpelên dîrokê binivîsin."    RÊYA SÊYEM                                                 Çîçek, alternatîfa li dijî feraseta du siyasetên serdest Rêya Sêyem pênase kir û got: "Rêya Sêyem, tenê ne ji bo Tirkiyeyê, ji bo Rojhilata Navşn û cîhanê tekane vebijêrk e. Ji lew re axirê HDK û HDP xwedî xwendineke serdemê ne. Gava em kapîtalîzma global dinirxînin, li ser halê wê yî krîzê disekinin û tespîtan dikin em li ser vî asasî li rêyên xelasiyê digerin. Hêleke krîza Tirkiyeyê jî, krîza ku kapîtalîzma global tê de ye bi xwe ye. Êdî ne gelên Tirkiyeyê, gelên cîhanê jî dibînin ku kapîtalîzm gav bi gav dirûxe. Lewma em mecbûr in ku rê û rêbazên têkoşînê yên sedsala 21'ê, form, mekanîzma û kapasîteyên vê têkoşînê biafirînin. Ji lew re heya em pêwendiya têkoşîna ku em li Tirkiyeyê dikin û yêkoşîna li hemberî kapîtalîzmê bi hev re daneynin, dê rêgehek neyê dîtin."    CIVAKÎBÛNA RÊYA SÊYEM   Çîçek, Rêya Sêyem ji bo Tirkiyeyê jî nirxand û got: "Li Tirkiyeyê çîroka sed salî tim ev tişt li gelan ferz kir; feraseteke xwe wekî kemalîzmê pênase dike heye, yanî feraseteke hegemonîk ku em wê wekî tirkparêziya spî pênase dikin. Gava em bala xwe bidinê dîroka Tirkiyeyê dîroka şerê gelan a li hemberî van her du hegemonyaya ye. Em gel, bi piranî muhtacî van he rdu hegemonyayan hatin kirin. Lê em dibêjin ku rêyek din jî heye. Ji xeynî vê feraseta îqtidarparêz, rêyeke azadîxwaz, wekhevîparêz heye. Ew jî rêya gelan bi xwe ye. Rastiyên gelan hene. Em mecbûr in van rastiyan bi formeke polîtîk, veguherînin hêzeke rêxistinbûyî, bîrodîz û têkoşîneke polîtîk.    Em kesên têkoşîneke aktuel dikin, divê em vê yekê bi awayekî hîn berbiçavtir pênase bikin. E wjî ev e; tekane rêya xelasiyê ya ji faşîzma AKP-MHP'ê civakîbûna Rêya Sêyem e. Bi awayekî aktuel du vebijêrk li ber me hene. An tu yê xwe radestî faşîzmê bikî yan jî tu yê bibî paldanka restorasyonkeran."   RESTORASYONKER   Çîçek, bal kşand ser restorasyonkeran jî û anî ziman ku sergovendê vê CHP ye û got: "Xwe wekî muxalifê dijî AKP'ê didin der, lê di warê kodên bîrodzî de, di warê cîhana fermî de ne pir dûrî wê ne. Ev, bi awayekî kûr li ser meseleyên gelan, kedkaran, jinan, kurdan, elewiyan hûr nabin. Bi pranî li gor pragmaztîma siyaseta pergalê tevdigerin. Gava bibin îqtidar, belkî wekî îqtidara niha êrişkar bin. Yanî em behsa derdoreke ku di warê çînî, bîrdozî de sond xwarine dikin."   Çîçek, destnîşan kir ku divê Rêya Sêyem li ser asasê polîtîkaya aktuel, têkoşîneke civakî bê rêxistinkirin û got: "Divê em hilbijartinan jî di vê çarçoveyê d ebinirxînin. Tifaqa Demokrasiyê yanî Tifaqa Sêyem, di demênd awî de hinekî di çaçroveya hilbiajrtinê de derketin holê. Yanî bi rastî jî em dikarin bi pêngaveke taktîtkî ji vê rewşa bêhnê diçikî xelas bibin, lê ger nêzîkatiyên me yên stratejîk bibin qurbana pêngavên taktîkî ya rast wê çaxê em ê bibin avakarê restorasyonkeran."   HILBIJARTINA PÊŞWEXT Û TIFAQA DEMOKRASIYÊ   Çîçek, bal kişand ser nîqaşên derbarê hilbijartina pêşwext jî û bangawaziya ji bo Tifaqa Demokrasiyê. Çîçek, got: "Ger Rêya Sêyem bivê nevê be, nexwe divê hemû derdorên civakî vî tiştî bikin û bibêjin; gelê kurd xwe li ser kîjan nirxan pênase dike? Ger hûn rabin nirxên gelê kurd înkar bikin, ger hûn ruhê ku bi deh hezaran mirovî bi yek kirine, nirxên siyasî, nirxên siyasî yên Tevgera Azadiyê ya Kurd, nirxên wê yên ku wê bi gel re dike yek ji nedîtî ve bên, hûn ê nikaribin tu rejîmeke demokratîk ava bikin."    Çîçek, di berdewam aaxftina xwe de got: "Kurdan bi deh hezaran zarokên xwe spartin axê ji bo azadiyê. Dê ev çawa bê nirxandin? Em bang li her du hêlan û kedên xwe wekî çepgir dihesibînin dikin; ev asta polîtîk a gelê kurd bi çi awayî çêbû? Hûn ê vê yekê tenê wekî 'terorîst' pênase bikin? An jî xwe li nedîtinê deynin û wisa bi kurdan re bimeşin? Na, hûn ê wê şelmaqê bixwin. Lewma Rêya Sêyem, rêya heqîqetê ye. Em mecbûr in vê ji bo jinan, elewiyan û kedkaran jî bêjin. Hemû vînên siyasî yên bi rastî nêzî van meseleyan nebin, dê tasfiye bibin. Wekî duh dê îro jî û sibêjî tasfiye bibin."    'AKP A ÇÛYÎNÊ YE'   Çîçek, destnîşan kir ku îqtidara AKP'ê ya çûyînê ye û di vî warî de xwedî baweriyeke zexm in. Çîçek, bilêv kir ku lê rêyên rûxandina îqtidaran divê bi awayekî berbiçav û lezgîn bên nîqaşkirin û got: "Lê gava em li yekûne muxalefetê mêze bikin, xwe li hemberî dîskors (bêjar) û îcraatên AKP'ê bi keys kiriye. Yanî muxalefeteke rekleksî xwe birêxistin kiriye. Lê em bi rastiya muxalefetek civakî ya ku azmûneya avakarî û motîvasyona civakîbûnê tevnagere re rû bi rû ne. Yanî xweradestnekirina nav lepên AKP'ê bi tena serê xwe têr nake. Bi rastî jî ger dê AKP bê rûxandin, çawa ku AKP têkoşîna xwe tenê bi hilbijartinan birêxistin nake û ji bo vê hemû derfetên xwe seferber dike, divê em jî baş zanibin tekane rêya rûxandin û şandina AKP'ê ne hilbijartinê tenê ye."    Çîçek, anî ziman ku lewma stratejiya 'bila sindoq bên danîn jixwe dê biçe' ne stratejiyeke rast e û got: "Madem em xwendinek faşîzmê dikin, nexwe divê her kes dev ji xafilîbnê berde. Helbet em ê di pergala demokratîk de israr bikin. Em ê zorê bibin hemû derfetên vê. Temiya me ew e ku ev îqtidara ceberût û çewsîne rbi hilbijartinê biçe. Lê gelek nîşaneyên wê yên ku naxwaze bi hilbijartinê biçe hene. Nexwe wê çaxê divê em wisa bikin; dê biçe lê tenê dê bi têkoşîna li ser esasên hilbijartinê neçe."    Çîçek, bilêv kir ku dijberiybûna AKP'ê bûye hêzeke civakî ya pir mezin û got: "Em divê AKP'ê û feraseta wê bi awayekî mayinde bişînin. Divê em li rêyên têkşikandina vê feraseta ku civakê dejenere dike bigerin."   MESELEYA HATINA CEM HEV   Hevberdevkê HDK'ê Çîçek, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê meseleya hatina cem hev heye û got: "Di deklerasyona partiya me ya vê dawiyê de (deklerasyoan HDP'ê), tenê rêgez tune bûn. Di heman demê de bangawaziya ji bo hatina cem hev jî hebû. Em di çarçoveya zemînên civakî de, li cihê herî girîng in. Lê divê em bi wêrekî vî tiştî ji xw ebiprisin; em saziyên ku ev qasî li dor fikira yekîtiyê xwe birêxistin kirine, em rola serdema nû nikarin bi vê rewşa xwe ya heyî bilîzin. Her ferd, her pêkhate, her derdoreke rêxistinbûyî divê li gor pêdiviyên serdemê bê cem hev du. Em mecbûr in dev ji alaya xwe, alaya te berdin, em mecbûr in şert û mercên bilidnkirina alaya xwe ya hevapr biafirînin. Kengî em wê alayê tevî gelan li kuçeyan hêl bikin, wê çaxê dê şerê min û te jî nemîne û bi rastî jî dê ew faşîzê têk bilikê. Wê çaxê bi rastî jî dê alternatîfa Komara Demokratîk li hember restorasyonkeran be. Her wiha ev pêvajoya welidandinê, divê ji bo me bibe pêvajoya xwerexnekirineke dîrokî."    HELWESTA HDK'Ê   Çîçek, li ser helwesta HDK'ê ya li hemberî van krîzan jî sekinî. Çîçek, destnîşan kir ku HDK ji bo têkoşîna civakî mecbûr e xwe birêxistin bike û got: "Yan na faşîzm bes bi berzkirina dirûşmeyan, bi şermezarkirinê naçe. Îsal hem di warê taktîk hem jî di warê stratejîk de em bûn xwedî azmûneyek mezin. Dibe ku sala bê ev berfirehtir bibe. Bi rastî jî tifaqên herî berfireh, tifaqên herî civakî çawa tên afirandin? Divê em bidin dû vê. Em dibêjin 'Belê tê, ya li ber hatinê.' Em dikarin vê krîzê veguherînin firsendekê. Saleke ku serketin û binketin di nav hev de bû ji bo me."    PÊŞNIYARÊN JI BO SERDEMA NÛ   Çîçek, diyar kir ku dê serdema bê serdemeke pir dijwar be û got: "Lê yan em ê bi ser bikevin an jî em ê têk bişikên. Her kêmasiyek me ya rêxistinî dê ji bo gelên Tirkiyeyê bibe jid estçûna bi dehan salan. Divê em bi vê cidiyetê tevbigerin. Mesela tekane hêviya AKP'ê bi awayekî fîzîkî tasfiyekirina Tevgera Kurd e û bi vî awayî wergirtina rizaya gelên Tirkiyeyê ye. Wekî din tu tişt nema. Mêze bikin garê ji bo vê bû. Dagirkirina Başûrê Krudistanê, dagirkirina gengaz a Rojavayê hemû têkildarî van tiştan e. Sûîqastên li Şengalê têkildarî van tiştan e.   Çepa tirk, tevgera sosyalîst, CHP, Partiya ÎYÎ ji bo vê çi dibêjin? Min fêm kir mesafeyek te heye ji bo tevgera kurd. Lê çima tu heman mesafeyê ji bo gelê kurd datînî? Meseleyeke ev qas girîng li holê ye, lê tu radibî bi qasî îqtidarê bêbaldarî tevdigerî."   HELWESTA MUXALEFETÊ   Çîçek, destnîşan kir ku muxalefeta ku bes dijberiya Erdogan dike nemuxalefetek têrker e û got: "Me di hilbijartina dawî d ejî ev tişt got. Em piştgiriya tu partî û hêzê nakin. Em ne lastîka yêdek in. Ên herî zêd ebedêla vê didin em in. Em kesên herî zêde li ber xwe didin, em nikarin berbayî vê nexweşînê bikevin. Ji bo têkşikîna Erdogan di warê taktîkî û di warê stratejîk de çi hewce be em ê bikin. Tişta derkeve holê, herî zêde divê em wê binirxînin. Ên vê yekê herî zêde bikin perçeyeke civakê em in. Em dikarin gotina Kiliçdaroglû ku gotibû 'Ez ê Qendîlê serobino bikim', wekî netewperestiya li hemberî netewperestoya AKP û Erdogan analîz bikin. Sirf ji bo hilbijêrên netewperest û muhafazekar be rbi xwe ve bikişîne, heqaretê li nirxên gelên kedkar dike. Ev ne nakokiyek e, lihevkirineke çînî ye jî. Israreke bîrdozî ye. Lewma em dibêjin taktîk. Têkçûna Erdogan ji bo me taktîkek e. Lê gava em bi awayekî stratejîk binirxînin, rewşa ku Kiliçdaroglû û CHP tê de ye jî ne nakokiyek e. Dîskorseke serdestiyê ye. Wateya wê, 'Ez cîhana kurdan nas nakim.'"    Çîçek, axaftina xwe bi vî awayî domand: "Serdana malbata Şenyaşarê dikin. Lê dixwazim bipirsim; ji heman malbatê du kes jatin kuştin, lê ji bo AKP'ê motîvasyona vê yekê çi bû? Dibêjin 'Ev terorîst in.' Gelo vê pênaseya terorîzmê di ser HDP'ê re kirin? Kesên wan mirovan bi awayekî hovane qetil kirin, ne ji ber ku ew kes HDP'î bûn ew qetil kirin. Sirf ji ber ku sempatîzanê Tevgera Azadiyê ya Kurd bûn hatinq etilkirin. Lê gelo Kiliçdaroglû rastiya li paş vê dibîne, yan jî dixwaze wê bibîne? Na, dê nebîne. Jixwe em rastiya paş wê ne."    Çîçek, destnîşan kir ku têkoşîna gelê kurd rastî û heqîqetek e û got: "Yanî bi deh hezaran mirov mirin. Tenê ne ji hêlekê, ji hemû hêlan mirov mirin. Heya ev mesele ji meseleya pesindan û kufrî neyê derxisin hûn ê nikaribin wê çareser bikin. Heya hûn çareser nekin jî dê Komar tim di nava krîzan de be. Jixwe sedema krîza sedsalî jî ev e. A tê ferzkirin gelo em ê bipesinînin an dijûnan bikin. Hûn ne mecbûr in ji van her duyan yekê jilbijêrin. Bes heqîqetê teslîm bikin."    Çîçek, bal kişand ser xetereyên vê rewşê jî û got: "A rast rewşa heyî, rewşeke xetereyan e. HDP jî xwe mezin dike. Em di pêvajoyeke mezinbûnê de ne. Lê ev mezinbûn û pêvajoya qedandina AKP'ê divê xwe nesipêre înkarkirina heqîqetên Tirkiyeyê an jî xw enesipêre lumpentiyê. Mesela di demên dawî de CHP herî zêde ji kîjan hêlî ve AKP'ê ditengijîne? Îmralî. Dibêjin di dema hilbiajrtinê xwe de hûn li dor nameya Ocalan çûn û hatin. Yanî ji bo AKP'ê bitengijîne bi nirxên siyasî yên gelê kurd dilîze. Hin rewşên me yên qîm nakin, carinan ji bo vê dibin zemîn.  Pir hêsan e; dê AKP têk bişikê. Lê gava AKP têk bişikê û hûn rabin rastiya Îmraliyê, bandora Birêz Ocalan a li ser gelê kurd, nirx û qîmeta wî, helwest û pêşniyarên wî yên polîtîk û yên ji bo aştiyê înkar bikin, hûn ê mesleeya kurdî taloqî bihareke din bikin. Ev dijberiya hişkolekî ya li hemberî AKP'ê ji bo me û derdorên din ên muxalif AKP'ê têk bişikîne jî, tê wateya ku dê rejîmeke wekî AKP'ê bê avakirin."    Çîçek, destnîşan kir ku ji bo rewşeke wisa rû nede divê kirdeyên sereke têkevin dewrê û got: "Kirde girse ne. Kirde gel in. Ên ji bo mudaxilekirina vê yekê rê li ber gelan veke em in. Ger em pêşengtiyê bi xwe bidin destpêkirin û bi xwe biqedînin em ê baixfilin. Li ku derê gel têkeve dewrê, li wê derê hêvî zîndetir e. Ji bo zîndebûna hêviyê divê gel biçe ser dikê. Divê em rê û rêbazên têkoşîna kuçeyan vekolin."    SALA 2022'YAN   Çîçek di dawiya axaftina xwe de ji bo sala 2022'yan ev tişt gotin: "Di arefeya sedsaliya komarê û destpêka sedsala wê ya duyemîn de, divê armanca me ya herî mezin demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, pêkanîna Komara Demokratîk be. Têkoşîna me li ser bidestxistina têkoşîna sedsalî û têkçûna wê be. Û em dixwazin di vê sedsalê de bi ser bikevin. Ji bo biserketinê jî em mecbûr in ji bo serketinê mezin bifikirin. Banga me ev e; em mezin bifikirin, em mezin ava bikin û bi awayekî mezin bi ser bikevin. Ji bo serketinek mezin jî divê em hatinên cem hev ên mezin ava bikin. Divê em tawîzan nedin faşîzmê bidin xwe. Ger em nîviyê wê biin hev du, rêya li ber me pir vekirî ye."    MA/ Dîren Yûrtsever - Mehmet Aslan