Derbarê endamên MYK’a HDP’ê de lêpirsîna ‘qirkirinê’ hat destpêkirin 2021-12-25 11:53:27   ENQERE - Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji ber daxuyaniya “Qirkirina Ermenan” a HDP’ê di 24’ê Nîsanê de dabû derbarê endamên MYK’a HDP’ê de lêpirsîn hat destpêkirin.    Desteya Rêveberiya Navendê (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 24’ê Nîsanê de bi minasebeta komkujiya ermenan daxuyaniyek bi sernavê “Qirkirina Ermenan” dabû. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarên endamên MYK’a HDP’ê de lêpirsîn da destpêkirin. Serdozgeriyê ji xala 301’an a ku bi salan e li serê nîqaş tên kirin, fezleke amade kir.    Li gorî nûçeya Gokçe Tahîncîoglu ji T24’ê; destûra fezlekeye ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul hatiye xwestin.    Li gorî yasayê dema destûra vekirina lêpirsîna ji xala 301’an were dayîn wê derbarê 26 endamên MYK’a HDP’ê de bi hêceta “Biçûkxistina dewleta Komara Tirkiyê û miletê tirk” dê lêpirsîn were birêvebirin.