Tevî qedexeya Walîtiyê jî bi sedan kes li Mereşê bûn: Em ê li hesabê Mereşê bipirsin 2021-12-25 13:55:13   MEREŞ - Bi sedena kes li gel qedexeya walîtiyê jî meşiyan û qurbaniyên Komkujiya Mereşê di salvegera 43’yemîn de bibîr anîn û gotin: “Em ê hesabê Mereşê bipirsin.”    Saziyên elewiyan bi minasebeta Komkujiya Mereşê ku di 19-26’ê Kanûna 1978’an de li bajarê Mereşê 120 kes hatin qetilkirin, bîranînek girseyî li dar xistin. Bernameya bîranînê li Mala Cemê ya Erenler a li taxa komkujiyê ye pêk hat. Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Gani Kaplan, Serokê Giştî yê Komeleyên Elewiyan Îsmet Kurt, Serokê Giştî yê Weqfa Çandê ya Haci Bektaşî Velî Ercan Geçmez, Serokê Giştî yê Federasyona Alevî Bektaşî Huseyîn Guzeloglû, Serokê Giştî yê Federasyona Komeleyên Elewî Celal Firat, Hevserokê Giştî yê Komeleyên Demokrtîk a Elewî Musa Kulu, Hevserokê Giştî yê Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê Mehmet Bozgeyîk, Parlamenterên HDP’ê Zeynel Ozen, Kemal Bulbul, Endamê Meclîsa HPD’ê Nesîmî Aday û bi sedan welatî beşdarî bernameya bîranînê bûn.    Beriya bername dest pê bike polîsan Mala Cemê dorpêç kirin. Lê tevî astengiyan jî xelk beşdarî bîranînê bûn.    Her çiqas Walîtiya Mereşê bi hêceta “pergala cemaweriyê” biryara qedexekirina bîranînê da jî lê bi sedan kes li kuçeya Mala Cemê ya Erenler meş li dar xistin. Di meşê de bênavber dirûşm hatin berzkirin.    Bi sedan kesên li hev kom bûn ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiyê rêz girtin. Serokê Desteya Baweriyê ya Federasyona Alevî Bektaşî Hasan Kilavûz di destpêkê de axivî. Pişt re ji bo bîranîna qurbaniyan semah hat gerandin.    'BIRÎNA MEREŞÊ HÊJ XWÎN DIBE’    Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Zeynel Ozen diyar kir ku tevî ku 43 sal di ser komkujiyê re derbas bûye jî tiştek nehatiye guhertin û her roj AKP û qelemşorê wê êrişî elewiyan dikin. Ozen da zanîn ku ji bo komkujiya Mereşê ronî bibe û dewlet pê re rûbirû bimîne ew li vir kom bûne û hêj şûna gorên wan nediyar in. Ozen diyar kir ku birîna Mereşê hêj xwîn dibe û ew ê tu komkujiyan ji bîr nekin û hesabê komkujiyan bipirsin û heta rûbirûbûnê dê têbikoşin.    BÊCEZATΠ   Pişt re Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk jî axivî û bal kişand ser polîtîkaya bêcezakirinê ya ku di komkujiyên wiha de qewimîne û got: “Divê edaletek rasteqîn were tesîskirin. Divê em li dijî vê zîhniyeta qetliyamger têkoşînek hevpar bidin.”    'NEGIHIŞTÎN MEXSEDA XWE’    Huseyîn Mat jî li ser navê saziyên elewiyan ên li Ewropayê xebatan dikin axivî û destnîşan kir ku yên ku komkujiyê pêk anîn negihiştin mexseda xwe û ew ê wak sazî û dezgehên elewiyan hesabê vê komkujiyê bipirsin.    'EM Ê VÊ DOZÊ JI BÎR NEKIN’    Huseyîn Guzelgul jî li ser navê saziyên elewiyan yên li Tirkiyê axivî û destnîşan kir ku ew ê ne vê komkujiyê û ne jî komkujiyên din ji bîr nekin û heta rûbirûbûnê wê hesabên komkujiyan bipirsin.    'EM KOMKUJIYÊ LANET DIKIN’    Serokê Komeleya Çandê ya Erenler Muslum Îbîlî jî li ser navê komîteya amadekar a bîranînê axivî û destnîşan kir ku ew ne komkujiyan û êrişan, li welatê xwe aştî, aramî, mafê welatiyê wekhev û demokrasiyê dixwazin û ew carek din komkujiya Mereşê lanet dikin.    Piştî axaftinan ji bo bîranîna qurbaniyan find hatin pêxistin û bîranîn bi belavkirina loqmeyan bi dawî bû.