Li Girtîgeha Tarsûsê îşkenceya sîstematîk! 2021-12-25 15:09:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Girtîheta Tîpa T Hejmar 2 a Tarsûsa Mêrsînê Girtiyê bi navê Cengîz Temel bi rêya malbata xwe diyar kir ku îşkenceya li zindana zêde bûye û di vî çelê ziviztanê de kaluruferan pê naxin û qawiş wekî sarincekê sar e.”   Îşkence, zext û tundiya li ser girtîgehan ranawest e. Bi taybetî jî di demên dawî wî de polîtîkayeke tolhildan û kuştinê tê meşandin. Hemû binpêkirinên mafan derketiye asta herî jor. Di serî de bi tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li hemû zindana polîtîkayeke tecrîkirin û îşkenceyê tê meşandin. Piştî du salan hin malbatan dikarîbûn bi zarok û xizmên xwe yên girtî re hevdîtinan bikin. Lê çûn û hatina girtîgehan de malbat bi xwe jî ji van îşkenceyan zextan para xwe digirin.    Li gorî nûçeya Rojnameya Xwebûnê; Fîkret Temel ku di 14’ê kanûnê de ji Mêrdînê çûbû hevdîtina kurê xwe Cengîz Temel ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 ya Tarsûsa Mêrsînê dimîne ragihand ku li ser zarokên wan îşkenceyeke sîstematîk tê meşandin. Temel diyar kir ku kurê wî Cengîz ji 7’ê Hezîrana 2015’an ve ye girtî ye û niha li zindana Tarsûsê ye.    Temel da zanîn ku li kurê wî 12 û nîv ceza hatiye birîn û her roja ku derbas dibe rêveberiya girtîgehê pêla îşkenceyê zêde dike. Temelê ku ji Rojnameya Xwebûnê re axivî ev tişt anî ziman: “Em di 14’ê meha kanûnê de çûn hevdîtina vekirî ya Cengîz. Ji xw ketina malbatan a hundirê zindanê gelekî zehmet kirine û hema bêje veguheriye îşkenceyekê. Lê ji bo zarokên  xwe em tehemulî vê yekê dikin. A girîng di zindanê de tehdeyek gelekî mezin li zarokên me dikin e. Cengîz ji min re got ‘Li gel hemû binpêkrinên mafên me di vî çelê ziviztanê de kaluruferan pê naxin û ji ber vê qowişên me wekî sarincekê sar e. Dîsa ava germ venakin ku em dikaribin serê xwe bişin. Ji xwe xwarina ku didin sewal jî nikare bixwe.’ Me bi xwe jî tît ku qardiyan nêzîkatiyeke çaw nîşan didin.”   Temel anî ziman ku zarokên wan di nav zindanê de zindanê dijîn û xwest saziyên eleqedar, parêzvanên mafên mirovan li dijî vê tundiya li zindanan li ser zarokên wan tê meşandin dengê xwe bilind bikin.