Xwestin girtiyê nexweş Tikaç were berdan 2021-12-25 15:20:38   ENQERE - Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî xwest cezayê girtiyê nexweş Veysel Tikaç were taloqkirin da ku tedawî bibe.   Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî di hefteya 381’emîn de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Înîsiyatîfê vê hefteyê rewşa girtiyê nexweş Veysel Tikaç ê li GirtîgehaTokatê ya Tîpa T’yê dimîne girt û ji bo wî li ber avahiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyanî da. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Enqereyê Sevîl Tûrgût daxuyanî da û got ev 4 sal in Tikaç di girtîgehê de ye û 50 salî ye.    Tûrgût da zanîn ku nexweşînên wek dil, şekir û xerabûna fonksiyona gurcikan bi Tikaç re hene û di pileyek bilind de nexweşîna şekir pê re heye. Tûrgût anî ziman ku Tikaç bi vî halê xwe nikare di girtîgehê de bimîne û tevî divê anjiyo bikin û stend werin bicihkirin jî lê nayê kirin. Tûrgut da zanîn ku niha sê çar hebe damarên Tikaç xitamandî ne û divê were tedawîkirin. Tûrgût diyar kir ku Tikaç ji ber xerabûna fonksiyona gurcikan jî bêhal e û ji ber tedawiya wî nayê kirin rewşa wî giran dibe. Tûrgût xwest Saziya Tiba Edlî li gorî rêgezên tibê raporê ji bo Tikaç amade bike û ji bo dikaribe tedawiya xwe bike cezayê wî were taloqkirin û berdan.