5 HDK’iyên li Mêrsînê belavok belav dikirin hatin binçavkirin 2021-12-25 15:30:43   MÊRSÎN - Polîsan 5 HDK’iyên li Mêrsînê stand vekirin û belavokên “Em nikarin debara xwe bikin” belav dikirin binçav kirin.    Meclîsa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Mêrsînê ji bo belavoka bi navê “Em nikarin debara xwe bikin! Têkoşîna hevpar a gelan a li dijî krîza kapîtalîzmê û bi nanê me dilîzin” belav bikin li pêş Pozcû Platin ya Navçeya Yenîşehîrê li stant danî. Polîsên hatin cihê standê xwestin HDK’î, standên xwe rakin. Piştî ku HDK’iyan stand ranekirin, polîsan ji Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê biryara komkirina belavokan da derxistin. Polîsan biryar pêşkeşî HDK’iyan kir û xwest dest danin ser belavokan. Selahattîn Guvenç, Sabriye Kozan, Ahmet Tekî û 2 HDK’iyên din ên navên wan nehatin zanîn bi îdiaya “ji bo peywîrê bi karmendê peywîrdar nedin kirin li ber xwe dane” hatin binçavkirin.