Nobeta Edaletê di roja 40’an de ye: Divê em ji girtîgehan re bibin deng 2021-12-25 16:42:07   AMED - Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş ku di roja 40’emîn a Nobeta Edaletê de serdana malbatên girtiyan kir, wiha got: “Divê em ji girtîgehan re bibin deng.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan hatine şewitandin û nayên berdan li avahiya Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 40’emîn de berdewam dike. Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, malbatên kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane û xizmên girtiyan serdana malbatan kirin. Kesên hatin serdanê diyar kirin ku bi neçareserkirina pirsgirêka kurd bi salane zilmê dibînin û demekî dirêj bi malbatan re sohbet kirin. Di vê navberê de kêliyên hestiyar hatin jiyîn.    DIVÊ TECRÎDA ÎMRALIYÊ BÊ BIDAWÎKIRIN   Ji dayikên hatin serdanê Meryem Tûran, destnîşan kir ku ji bo pêkanînên bêhiqûqî yên li girtîgehan didomin bi dawî bibin divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê bi dawî bibe û wiha got: “Ez tecrîda li ser Ocalan û hemû girtiyan şermezar dikim. Ez heta dawiyê piştgiriya vê nobetê dikim. Divê hemû kurd di vê mijarê de hestiyar bin. Ji bo ku cenaze zêdetir dernekevin divê em bibin dengê girtiyan. Em ê binpêkirinên mafan û tecrîdê qebûl nekin.”   BANGA PIŞTGIRIYÊ   Ji malbatên ku çalakiya nobetê didomînin Încî Guler jî bi lêv kir ku bi piştgiriya ji bo çalakiyê wê pêşî li derketina cenazeyan a ji girtîgehan bigirin û ev bang kir: “Em bang li hemû malbatan dikin ku bêdeng nemînin.”   ‘EM Ê ŞOPDARÊN GIRTÎGEHAN BIBIN’   Beştaş jî destnîşan kir ku girtîgeh vegeriyane navendên îşkenceyê û wiha got: “Mirinên ku di mehekê de li girtîgehan pêk hatin em normal nabînin. Gelek mirin biguman bûn. Têkildarî pêkanînên îşkenceyên li girtîgehan gelek serlêdanên malbatan çêbûn. Bi taybetî li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Tekîrdagê pêkanînên îşkenceyê yên giran hene. Em her roj serlêdanên malbatan digirin. Hemû malbatên girtiyan ên ku li hiqûqê xwedî derdikevin û mirovên xwedî wijdan hewce ye ku ji girtîgehan re bibin deng. Ji ber vê yekê Nobeda Edaletê ya li vir hatiye destpêkirin gelekî girîng e. Qenalek ku girtîgehan nîşan dide nîne û li vir divê em bibin dengê wan, divê em wan vebêjin. Em ê binpêkirinên mafan bişopînin.”   Serdan bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.