EGE TÛHAYDER'ê bal kişand ser greva birçîbûnê 2021-12-25 17:14:52   ÎZMÎR - EGE TÛHAYDER bal kişand ser grav birçîbûnê ya ku 28 roj in li Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê ya Jimare 2'yan a Tîpa F'yê û ragihand ku midûrê girtîgehê Alî Haydar Ak pêkanînên xwe yên çewisîner didomîne.    Komeleya Aşîkariya Ji Bo Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Egeyê (EGE TÛHAYDER) li ber komeleyê têkildarî tiştên li Girtîgeha Kiriklar a Bûca ya Jimare 2'yan a Tîpa F'yê diqewimin daxuyaniyek çapemeniyê da. Rêvebirên komeleyê tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê ya ku 28 roj in li girtîgehê didome.    Rêvebira EGE TÛHAYDER'ê Selam Altan metna daxuyaniyê xwed. Di daxuyaniyê de li ser qanûna înfazê ya du 1'ê Çileya 2021'ê de ketiye meriyetê û pêkanînên Desteya Çavdêriyê ya Îdare Girtîgehê hat sekinandin. Altan, di daxuyaniyê de diyar kir ku desteya çavdêriyê biryarên kêfî dide û got: "Ev deste xwe xistine şûna dadgehan û ji girtiyan dipirsin bê ka poşman in yan na. Ev pirs girtîgehê eleqedar nakin. Ya ku girtîgehan eleqedar dikin girtî di hundir de çawa ye. Lê gava mesele gritiyên siyasî bin hemû heq û hiqûq tê eciqandin. Rayedarên ku guh li banagwaziyên ji bo girtiyên nexweş nakin, ji ber wan darbest ji girtîgehan dertên."    GEFÊN MIDÛR   Altan, destnîşan kir ku ev yek tolhilgirtineke qesdî ye û li gor agahiyên ku ji malbat û parêzeran wergirtine li Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê girtî têns irgûnkirin. Altan, diyar kir ku midûrê girtîgehê Alî Haydar Ak tahdeyeke mezin li girtiyan dike û got: "Midûr Alî Haydar Ak xwe wekî dewama fermandarê zindana Amedê Esat Oktay dihesibîne. Ji girtiyan re dibêje 'Hûn ê werin ser a min. Yan na ez ê we nehêlim. Hûn nizanin bê min heya niha çend guh jê kirine."    BANGAWAZÎ   Altan bibîr xist ku li Kiriklarê girtî 28 roj in li hemberî van pêkanînan di greva birçbûnê de ne û got: "Ji bo rayedar qîrîna girtiyan bibihîsin em bang li raya giştî dikin."