Ekmez: Berpirsê mirina girtiyan Wezareta Dadê ye 2021-12-26 09:02:39   STENBOL - Endamê Odeya Bijîşkan a Stenbolê Mûrat Ekmez, diyar kir ku berpirsê mirina girtiyan Wezareta Dadê ye û Seroka ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî jî destnîşan kir ku li girtîgehan polîtîkaya kuştinê esas tê girtin.    Li girtîgehan binpêkirinên mafan dibin sedema mirina girtiyan. Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî û endamê Odeya Bijîşkan a Stenbolê Mûrat Ekmez, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan nirxandin.    Seroka ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî, destnîşan kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafan ên gelekî cidî rû didin û ev binpêkirinên ne tiştekî nû ne. Yolerî, bilêv kir ku binpêkirinên mafan ji berê de hebûne û îşkence û muameleya xirab tu carî ji holê nehatine rakirin. Yolerî, bilêv kir ku ji ber nepêkanîna mafên girtiyan ên tenduristî û jiyanê girtî bi muameleyên derî mirovahiyê re rû bi rû dimînin û got: "Em dikarin bibêjin ku li seriyekî polîtîkayên qirkirinê jî girtî hene. Seriyekî polîtîkaya qirkirinê ya di meseleya kurdî de, girtîgeh in."    ‘GIRTIYAN DIKUJE'   Yolerî, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê bi pêkanînên înfaza ceza re planên kuştina girtiyan û neberdana wan tên kirin. Yolerî, anî ziman ku yên ku herî zêde bandorê ji vê digirin girtiyên polîtîk in û got: "Ji lew re armanca wan azadiya civakê ye. Lewma îqtidar dixwaze wan veguherîne. Ev pêkanîn hemû hiqûqa dijminatiyê ye. Pergal mirovan wekî hebûnekê nabîne. Lewma ev ji bo hemû mirovan dibe gefek pir cidî."    BERPIRSIYARÎ   Yolerî, îqtidarê rexne kir ku ji ber ku pêşî li ber mirina girtiyan nagire û bi çewisandinên li girtîgehan armanc tepisandina muxalefeta civakîye. Yolerî, destnîşan kir ku di vî warî de divê rêxistinên mafên mirovan û civak bi berpirsiyarî tevbigerin û got: "Gava nexweşînên girtiyan giran dibin em wan dikin rojev. Divê ne wisa be. Divê berî ku nexweş bikevin an jî gava ber bi bi nexweşbûnê ve diçin divê em pêşî li ber vê bigirin."    Yolerî, bibîr xist ku hin girtî hene 28-30 sal in girtî ne û her cara ku pêwendiyê bi girtiyan re datîne hêviya wê xurtir dibe ji bo jiyanê. Yolerî, destnîşan kir ku girtî serî li ber tu polîtîkayê natewînin û got: "Li girtîgehan têkoşîn didome. Dixwînin, xwe perwerde dikin, bi hunerê re eleqedar dibin. Çi qasî bên tecrîdkirin bila bên tecrîdkirin li ber xwe didin û bi pêwendiya xwe ya bi civakê re lis er pêyan disekinin. Ev tiştekî muhteşem e. Ev qas sal di nava çar dîwaran de ne, lê gava bibişirîn li nava çavê me mêze dikin, ev tiştekî nuwaze ye. Ên li derve hêzê ji yên hundir digirin, ên hundir jî hêzê ji yên derve digirin. Bi vî awayî hêvî tê birêxistinkirin."    BERPIRS WEZARETA DADÊ YE   Endamê Odeya Bijîşkan a Stenbolê Mûrat Ekmez, bibîr xist ku li girtîgehan ji mijarên herî girîng yek jê jî qada tenduristiyê ye. Ekmez ku anî ziman mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin, got: "Di demên dawî de em dibînin ku ev pirsgirêk her diçe zêdetir dibin. Bi taybetî jî serlêdan di dema pandemiyê zêdetir bûne. Lewma girtiyên nexweşînên wan ên kronîk hebûn jiyana xwe ji dest dan. Ev mesele, hê jî meseleyeke li benda çareseriyê ye. Meseleyeke ku divê Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê wê bi xebatên xwe çareser bikin. Lê çareser nakin. Berpirsê tenduristiya girtiyan Wezareta Dadê ye. Yanî gava girtiyek jiyana xwe ji dest bide, berpirsê mirina wî Wezareta Dadê ye."    Ekmez, bal kişand ser awayê mîmariya girtîgehan û destnîşan kir ku girtîgeh bi awayekî ku girtî karibin lê bijîn nehatine avakirin.    HIQÛQA DIJMINATIYÊ   Ekmez, destnîşan kir ku bi çavê "dijminan" li girtiyan tê mêzekirin û heya girtî nekevin ber sikratan nayên berdan. Ekmez got: "Gava girtiyan dibin nexweşxaneyê, Saziya Tiba Edlî (ATK) rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dide. Girtiyek ancax piştî çend hefteyan dikari biçe revîrê, nexweşxaneyê jî piştî mehan. ATK, ne xwedî helwesteke mirovî ye. Ev tê wateya 'hiqûqa dijminatiyê'."    Ekmez, bilêv kir ku divê girtîgeh tenê di dema mirinê de neyên bîra mirov, divê rojeva sereke ya her kesî bin. Ekmez, di vî warî de bal kişand ser xebatên rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên hiqûqê jî û anî ziman ku xebatên tên kirin ne bes in.