Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê damezrandina xwe ragihand 2021-12-26 14:45:19   EDENE - Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ku li Edenê damezrandina xwe ragihand û daxwaz kir ku girtiyên nexweş bên berdan.    Li Edenê, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê bi daxuyaniyekê damezrandina xwe ragihand. Daxuyanî li avahiya HDP'ê ya Navçeya Seyhanê ya Edenê hat dayîn û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Şemsê Bagdû, di daxuyaniyê de axivî û ragihand ku li Edenê Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê damezrandine. Bagdû, da zanîn ku weke dayik ew naxwazin tu kes bimire û xwest ku girtiyên nexweş bên berdan. Sêvê Aslan jî got ku weke dayik ew aştiyê dixwazin û ji bo hatina aştiyê ew têdikoşin.