AYKAY-DER'ê rêveberiya xwe ya nû diyar kir 2021-12-26 14:58:30   EDENE - AKAY-DER ku 2'yemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist, rêveberiya xwe ya nû diyar kir.    Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Behra Spî (AYKAY-DER), li avahiya HDP'ê ya Bajar a Edenê  2'yemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Parlamenterên HDP'ê yê Edenê Kemal Pekoz tevlî kongreyê bû û axaftinek kir. Pekoz, diyar kir ku meha kanûnên meha komkujiyan e û wiha got: "Dîroka Tirkiyeye dîroka komkujiyan e. Divê biş komkujiyan re hevrûbûnek çêbibe. Heta ku ev zilm û komkujî hebin wê ev berxwedan berdewam bike"   Di berdewama axaftina xwe de Pekoz beriv da gotinên Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû yên derbarê Kurdistanê de û ev tişt got: "Kurdistan heye û em ê li her derî bînin ziman. Desthilat bi awayekî kêfî "hiqûqa dijmin" dispirîne gelê kurd. Sedema qrîzên li welat tecrîda li Îmraliyê ye. Navnîşana çareserkirina pirsgirêkan Îmralî ye. Di nav mehekê de 7 cenaze ji girtîgehan derketin. Rexmî hemû hewldanan girtiyên nexweş nayên berdan. Rexmî ku raporên wan ên "nikarin li girtîgehê bimînin" hene jî Aysdel Tûglûk û Mehmet Emîn Ozkan nayên berdan."   Piştî axaftinan raporên malî û xebatan hatin xwendin. Piştre ji bo hevserokatiya AYKAY-DER'ê hilbijartin hat kirin û ji bo hevserokatiyê Suphiye Bayav û Nîmet Tekîn hatin hilbijartin.    AKAY-DER'ê kongreya xwe diyarî girtiyê nexweş Halî Guneş ku li Girtîgeha Amede jiyana xwe ji dest dabû kir.