Qurbaniyên komkujiyên Mereş û Roboskiyê hatin bibîranîn 2021-12-26 15:37:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Qurbaniyên komkujiyên Mereş û Roboskiyê li Antalya, Riha û Îskenderûnê hatin bibîranîn û bang hat kirin ku berpirsyarên komkujiyan bên dîtin û bi komkujiyan re hevrûbûn pêk bê.    Qurbaniyên komkujiyên Mereş û Roboskiyê li Antalya, Riha û Îskenderûnê bi çalakî û daxuyaniyan hatin bibîranîn. Di çalakiyên hatin lidarxistin û daxuyaniyên hatin dayîn de bang li dewletê hat kirin ku bi komkujiyan re hevrûbûnê pêk bîne û berpirsyarên komkujiyan bibîne û ceza bike.   HATAY   Çalakiya li Hatayê, li ber avahiya HDP'ê ya Navçeya Îskenderûnê pêk hat. Di daxuyaniyê de pankarta "Ne Mereş ne jî Roboskî me komkujiyan ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin" hat vekirin. Di daxuaniyê de Hevserokê HDP'a Îskenderûnê Abdurrahîm Şahîn axivî û diyar kir ku meha kanûnê meha komkujiyan e û wiha got: "Dema ku em qala şerên pêk hatine dikin û miriyan bi bîr tînin, li ser navê mirovahiyê êş dikişînin û şerm dikin. Em careke din dibêjin, em daxwaz dikin ku berpirsyariyên komkujiyan derxin holê û hiqûqê pêk bînin."   Piştî daxuyaniya ku hat dayîn têkildarî komkujiyan sînevîzyonek hat nîşandan.    RIHA   Şaxa Komeleyên Çandê yên Elewiyan a Rihayê, li mala cemê ya navçeya Xelîliyeyê daxuyanî da. Nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dovîzên "Canno werin em bib yek" û "Gora min mirov e" hatin hilgirtin. Ji bo qurbaniyan rêz hat girtin. Piştre Endamê Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê Cemal Babaoglû axivî û diyar kir ku heta bi Komkujiya Mereşê re hevrûbûn çênebe wê êş bi dawî nebin û wiha got: "Heke Mereş bihatine ronîkirin Roboskî çênedibûn. Ji bo ku careke din êşên wiha mezin çênebin divê hevrûbûn çêbibe."   Serokê Şaxa Komeleya Çandê ya Eleqiyan Mehmet Turkmen jî axivî û komkujiyê û zihniyeta ku komkujiyê pêk aniye şermezar kir.    Daxuyanî bi berzkirina dûrişmeya "Wê kujer hesab bidin gel" bi dawî bû.    ANTALYA    Li Antalyayê jî Pêkhateyên Elewiyan û Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Antalyayê, li ber Peykerê Attalos qurbaniyên komkujiyan bi bîr anîn.