Piştî Kongreya Ciwanan polisan 12 kesan binçav kirin 2021-12-26 17:23:10   AMED - 3'emîn Kongreya Asayî ya Meclisa Ciwanan a HDP'ê bi dawî bû û piştî kongreyê polisan 12 kesan binçav kirin.    Li Amedê, 3'emîn Kongreya Asayî ya Meclisa Ciwanan a HDP'ê ku li Eywana Dewetê ya Kaplan Cityê ya navçeya Peyasê bi coşeke mezin hat lidarxistin, Piştî axaftinen ku hatin kirin Lijneya Birebirinê ya Meclisa Ciwanan a HDP'ê hat hilbijartin. Piştî bi hilbijartinê kongre bi dawî bû û ciwan bi dûrişmeyan ji hev belav bûn. Dema ku ciwan ji hev belav bûn polisan 12 kesan binçav kirin.    Her wihda polîsan dest danîn ser wesayit Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Yenişehirê ya Amedê.   Navên kesên hatin binçavkirin wiha ne: Hîlal Ada, Hûsamettîn Tanrikûlû, Selahattîn Sîpek, Ferman Dar, Kamûran Kilgi, Azad Taş, Abdûlkadîr Atal, Baver Yardimci, Firat Aslan, Metîn Sesîguzel, Bedîrhan Akyildiz.   Hat hînbûn kesên hatine binçavkirin birine Miduriyeta Polisan a Amedê.