Dayikên Aştiyê: Bila êdî zarokên me li girtîgehan nemirin 2021-12-26 17:32:08   STENBOL - Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, rexmî astengiyan jî daxuyanî dan û diyar kirin ku girtîgeh veguherîne malên cenazeyên û gotin ku ew naxwazin li girtîgehan mirin çêbibin.    Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, xwestin bi şîara "Li dijî şer û tecrîdê em aştî û azadiyê diparêzin" li Parqa Saraçhaneyê ya navçeya Fatîhê daxuyanî bidin. Polisan dayikên ku li parqê li hev kom bûbûn bi zorê derxist derveyî parqê û destûr neda ku li parqê daxuyanî bidin. Dayikan bi dûrişmeya "Jin Jiyan azadî" bertek nîşanî polisan da.  Dayilên Aştiyê, bertek nîşanî astengkirina polisan a li hemberî xwe dan û ev tişt gtoin: "Ewqas netirsin. Em dibêjin jiyan û azadî. Ewqas jî tirs nabe. Li girtîgehan her roj zarokên me dimirin. Ev hiqûq e?"   Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Dilşat Canbaz jî piştgirî da çalakiya Dayikên Aştiyê.    Dayikên Aştiyê kom bi kom ber bi avahiya xwe ya Fatihê ve meşiyan û dûrişmeyên “Biji berxwedana zindana”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne" bersz kirin. Li ber avahiya komeleyê Perîhan Akbûlût axivî û ev tişt got: "Em naxwazin kes bimire. Êdî bes e, êdî bes e, êdî bes e. Emn naxwazin her roj ji girtîgehan cenaze dernekevin. Bila cenazeyên me dernekevin. Zarokên me azadiya serokatî dixwazin. Bila tecrîd bi dawî bibe û êdî bila zarokên me nemirin."   Daxuyanî bi çepip û dûrişmeyan bi dawî bû.