ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2021'AN 2021-12-27 09:00:03 * Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kir ku Komkujiya Roboskî parçeyek ji operasyonên tasfiyeyê ye û careke din bal kişand ser girîngiya Komîsyona Lêkolîna Heqîqetê.  * Parêzer Ahmet Baran Çelîk ku yek ji wan parêzeran e li dijî girtina dosyeya Çemê Merîçê ku faîl û winda nehatibûn dîtin serî li Dadgeha Cezayê Sulhê dan got: “Dewlet refleksa xwe ya klasîk nîşanî me dide. Leşker tên parastin.”    * Li Stîlîla Nisêbînê çawişê pispor jî di nav de çend kesan Mehmet Şîrîn Kaya kuştibûn. Çawişê pispor Aleattîn Konak ji kuştina Kaya hat beraetkirin. Can Mete yê birayê polîsê kuştî jî ku ji bûyerê girtîbû hatiye berdan û wî li karê wî yê karmendiya dewletê vegerandine.    * Malbata Denîz Poyraz ji bo doza ku dê kujer Onur Gencer bê darizandin banga tevlîbûna dozê kir û diyar kirin ku ew dixwazin berpirsê din ê qetlîamê bên eşkerekirin.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 294'emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike.   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan wê li Amed û Wanê berdewam bike. (12.00-16.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê wê têkildarî doza Denîz Poyraz ku wê di 29'ê mehê de were lidarixistin dê daxuyanî bide. (11.00)   * Odeya Tabîban a Amedê wê têkildarî mirinên li girtîgehan û astengkirina mafê tenduristiyê yê girtiyan wê li Parka Koşûyolû daxuyanî bide. (12.00)    * Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar wê serdana Partiya Pêşerojê bikin. (16.00)