Çawişê pispor beraetkirin û birayê polîsê kuştî jî berdan 2021-12-27 09:00:30 MÊRDÎN - Li Stîlîla Nisêbînê çawişê pispor jî di nav de çend kesan Mehmet Şîrîn Kaya kuştibûn. Çawişê pispor Aleattîn Konak ji kuştina Kaya hat beraetkirin. Can Mete yê birayê polîsê kuştî jî ku ji bûyerê girtîbû hatiye berdan û wî li karê wî yê karmendiya dewletê vegerandine.  Li gundê Stîlîlê yê bi ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê ve di 26’ê nîsana 2019’an de kesê bi navê Mehmet Şîrîn Kaya (25) bi sîlehên otomatik hatibû kuştin. Têkildarî kuştina Kaya, xizmên sercerdevan Medenî Konak ku di sala 2015’an de di êrişek PKK’ê de hatibû kuştin, Aleattîn Konak ê çawişê pispor, Mesûde Konak, Yener Konak, Serhat Konak û Can Mete yê ku birayê wî polîs Yakûp Mete di sala 2015’an de de êrişa PKK’ê de hatibû kuştin, hatibûn girtin.    ÇAWIŞÊ PISPOR HATIYE BERAETKIRIN    Darizandina van kesên têkildarî bûyerê hatibû girtin, li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê temam bû. Derbarê Aleattîn Konak ê çawişê pispor û dayika wî de biryara beraetê hat dayîn. Dadgehê derbarê Serhat û Yener Konak de cezayê girankirî yê heta hetayê da. Her wiha dadgehê derbarê Can Mete yê ku birayê wî polîs bû û hatibû kuştin de jî bi sûcdariya “alîkariya kuştinê kiriye” 18 sal ceza lê birî.    Parêzerên her du aliyan biryara dadgeha herêmî veguheztin Dadgeha Îstînafê ya Amedê. Dadgeha Îstînafê di meha cotmehê de biryara xwe eşkere kiribû. Lê ji ber ku biryar nû gihîşt destê parêzeran hêj nû biryar derket holê. Dadgeha Îstînafê biryara beraetê ya derbarê Aleattin Konak û dayika wî Mesude Konak de erê kiriye û cezakirina Serhat û Yener Konak jî li gorî hiqûqê dîtiye.    CEZAYÊ METE XERA KIRINE Û WÎ LI KAR VEGERANDIN E    Dadgeha Îstînafê cezayê li Can Memîş hatiye birîn jî xera kiriye û di meha cotmehê de hatiye berdan. Piştî vê biryara dadgehê îstînafê dosyeya Can Mete şandin dadgeha Mêrdînê. Ev Mete ji ber ku birayê wî polîs hatiye kuştin wî li Midûriyeta Mal a Nisêbînê ku di bin banê Wezareta Hazîne û Maliyê de ye xistine kar. Mete piştî hatiye berdan li gel darizandina wî didome jî lê li karê wî vegerandine.